• Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê çalakî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatin li dar xistin. Çalakgeran bêdengiya OPCW´yê ya beramberî dewleta Tirk jî rûreş kir û jê xwest ku bi erka xwe rabe. 

Li gelek bajarên Elmanya û Fransayê çalakî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatin li dar xistin. Çalakgeran bêdengiya OPCW´yê ya beramberî dewleta Tirk jî rûreş kir û jê xwest ku bi erka xwe rabe. Çalakî li bajarên Elmanyayê Dusseldorf, Duisburg, Mannheim, û bajarên Fransayê marsîlya û Lorientê hatin lidarxistin.  

Kudistaniyê li bajarê Dusseldorfê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd (YJK) li ber Hauptbahnhofê hatin gel hev û dewleta Tirk ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdistanê şermezar kirin. Kurdistaniyan ji bo agahdarkirinê dezgehek danî, her wiha bi daxwaza ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) karê xwe bike jî îmze komkirin. Di çalakiyê de bi belavokan rejîma faşîst a Tirk hat teşhîrkirin û sloganên “Erdoganê kîmyewî” û “Kujer Erdogan” hatin gotin.

OPCW karê xwe nake

Li dijî êrîşên kîmyewî li bajarê Duisburgê dezgeheke agahdarkirinê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Asya Yuksel hat danîn. Çalakan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî gerîlayan de ji ber ku nekarî encamê bigire çekên kîmyewî bi kar anîne. Wan nerazîbûn nîşanî bêdengiya OPCW û dewlet û saziyên navneteweyî jî da.

Li Mannheimê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin meydanê û êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî Kurdistanê, bi mîtîngekê şermezar kirin. Xelk li Pradeplatzê ya li navenda bajêr civiya. Di daxuyaniya li cihê mîtîngê de hate gotin, "Gerîlayên HPG'ê ti carî têk naçin, naqedin. Ji ber ku hîmên felsefeya Serok Apo xurt e, Kurdek bi tenê jî bimîne wê neqede. Çawa ku me doh bi ser xist, em ê îro jî bi ser bikevin."

Li Fransayê jî çalakî hebûn

Li bajarê Fransayê Lorientê, Kurdistanî û dostên wan ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdistanê, dewleta Tirk şermezar kir. Ew êvarê li meydana Place Aristide-Briandê civiyan û belavokên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdistanê belav kirin. Di axaftinan de hat destnişankirin ku dewleta Tirk qanûnên şer binpê dike, bi rengekî dermirovî sûc dike û saziyên rayedar ku li hemberî vê hovîtiyê helwêstê nîşan nadin şirîkên sûc in.

Li Marsîlyayê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bi heman armancê meşeke protestoyî hat lidarxistin. Ciwanan bi pankarta li ser nivîsandî "Dewleta Tirk Kurdan bi komî dikuje bi sîlehên kîmyewî li ber bêdengiya cihê şermê ya civaka navneteweyî" merama xwe anî ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN