Her sal li Skoçyayê festîvaleke penaberan a navneteweyî tê lidarxistin. Îsal Rêxistina Zagros a ku ji komek penaberên Kurd pêk tê, dixwaze tevlî festîvalê bibe û dengê Kurdan bigihîne derve. Derbarê mijarê de hevserokê Rêxistina Zagros, Ako Xelîlzade got, weke çandekê her sal li Skoçyayê festîvaleke navneteweyî ya ji bo penaberan tê lidarxistin û penaber kar û çalakiyên xwe yên dîrok, êş û çanda neteweya xwe nîşan didin.

Ako Xelîlzade di dewamê de got, festîval wê dawiya Hezîranê li bajarê Glasgowê çêbe û wiha peyivî: “Em ê 3 rojan tevlî festîvalê bibin, em ê li wir bi rêya film, pêşandan, guftûgo û cûreyên din peyama xwe bigihînin gelên cuda. Me komek çîrokên li ser kîmyabarana Helebce, jenosîd û komkujiyên li hemberî gelê Kurd jî amade kiriye. Ji bo ku xelk bizane di dema bihurî de çi bi serê me de hatiye. ”

Da ku xelk bizanibe

Ako Xelîlzade got Kurd zêde nayên naskirin û wiha dewam kir: “Ji ber ku bi qasî dil dixwaze, li ser asta cîhanê Kurd nehatine nasandin, navendên akademî û çandî hewl jî nedane bi çalakiyên xwe vê mijarê bi cîhanê bidin nasandin. Ji bo serkirdeyên biyanî ne girîng e ka çi bi serê gelê Kurd de hatiye, ji bo wê pêwîst e xelk û neteweyên din, ji rewşa Kurdan werin agahdarkirin. Her wiha girîng e ku Kurdên li derveyî welat zarokên xwe ji rewşa Kurdan agahdar bikin. Zarokên Kurdan bizanin çi bi serê Kurdan de hatiye û felaketên bi serê Kurdan hatine neyên jibîrkirin.”

ROJNEWS/SÎMA REZA