• KCK: Heke gelê Kurd dixwaze hebe, wekî hemû zindiyan divê li hemberî êrişan, xwe biparêze. Wêrektiya Kurdan dikare her cure êrişan bişikîne. Di vî warî de divê stûyê xwe xwar nekin. Dema ku êrişî me hate kirin, em jî bersiva wan bidin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser êrişên nijadperestên Tirk li dijî Kurdan, daxuyanî da. KCK'ê got, "Bila rehma Xwedê li Hakîm Dal ê şehîd be, û em şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Berî cejnê û bi cejnê re bûyerên wiha ji nişka ve zêde bûn ku ev yek nîşan dide, bi rengekî organîzeyî ev têne kirin. Beriya çend rojan li Afyonê êriş birin ser malbatên Kurdan û xwestin ku jin û mêrên Kurd lînç bikin. Di vê êrişê de êşkence li mirovan hate kirin û hinek ji wan birîndar bûn. Beriya cejnê li navenda Enqereyê careke din êriş birin ser Kurdan û gelek Kurd birîndar kirin ku rewşa diduyan ji wan giran e. Li gundekî Konyayê di êrişê de Hakîm Dal bi destê bi dehan êrişkarên faşîst li pêş çavên xizmên xwe hate qetilkirin. Beriya demeke kurt li Konyayê careke din êriş birin ser malbateke Kurd û hin ji wan bi giranî birîndar bûn."

Êriş li dijî israra azadiyê ne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha dewam kir: "Êrişên li dijî Kurdan ên li bajar û navçeyên Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê re heye. Kurdên ku Kurdîtiyê diparêzin û daxwaza azadiyê dikin, weke dijmin hatine îlankirin. HDP a ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd diparêze, weke dijmin hatiye îlankirin û timî ew kirine hedef. Jixwe tê zanîn, dijminatiya li PKK û Rêbertiyê ku nêzî nîv sedsal e ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin, dijminatiya li Kurdan e. Rêber Apo ji ber ku wî hişmendiya azadiyê daye gelê Kurd, di nava zext û tecrîdeke giran de tê hiştin.

Êriş tên kirin ji ber ku gelê Kurd di azadiyê de israr dike. Li gel zext û êrişan jî gelê Kurd di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi biryar e. Di şexsê malbatan û şexsan de êrişî tevahiya gelê Kurd dikin. Bi rêya van êrişan hewl didin ku îradeya jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd bişikînin. Ji ber ku dixwazin Kurdan qir bikin, bi êrişên tepisandinê dixwazin înkarê di destpêkê de di nava Kurdan de bidin kirin. Lewma êrişên li dijî Kurdan plankirî û organîzeyî ne."

Erdogan ferman da

KCK rola desthilata faşîst jî bi bîr dixe û wiha dewam dike: "MÎT û MHP ew hêz in ku van plansaziyên şerê taybet bi cih tînin. Ji ber vê yekê pirraniya kesên ku êrişê dibin ser Kurdan têkiliya xwe bi MHP'ê re hene. Ji ber vê yekê êrişên li her cihî niha li dijî Kurdan, li ser bingehê dijminatiya li Kurdan a tifaqa AKP-MHP'ê ne. Tayyîp Erdogan ji gelê Kurd û hêzên muxalîf re got, 'ev ji bo we hîn demeke xweş e' û fermana êrişan dide."

KCK êrişên 2015´an ên Pirsûs, Gara Enqereyê jî bi bîr dixe û dibêje, "Ew jî ji bo pêşîgirtina li yekîtiya demokratîk a gelan bû. Ji ber ku li gorî mêtingeriya qirker gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di têkoşîna demokratîkbûnê de werin ba hev, wê ev tişt dawiya mêtingeriyê bîne. Bi vî awayî dixwazin pêşiya pêkhatina vê yekîtiyê bigirin, him hêzên demokrasiyê û him jî Kurdan qels bikin. Bi vî awayî li gorî hesabê xwe dixwazin qirkirina Kurdan bi hêsanî bikin." 

Gelê Kurd lazim e xwe biparêze

KCK´ê bang li miletê Kurd kir û got, "Gelê Kurd divê baş zanibe ku armanca van êrişan qirkirin e. Ev êriş plankirî ne. Bi polîtîkaya şerê taybet Kurdistan tê valakirin, Kurd diçin ku derê jî êrişî wan dikin. Yek ji armancên êrişa li Konyayê jî ev e ku Kurdên li Anadolûya Navîn ji axa wan derxînin. Ev hemû ji bo qirkirinê ne. Heke gelê Kurd dixwaze hebe, wekî hemû zindiyan divê li hemberî êrişan, xwe biparêze. Wêrektiya Kurdan dikare her cure êrişan bişikîne. Di vî warî de divê stûyê xwe xwar nekin. Dema ku êrişî me hate kirin, em jî bersiva wan bidin. Ji bo vê jî divê em li her derê xwebirêxistinkirina xwe xurt bikin. Xwebirêxistinkirin hêza herî mezin a parastinê ye. Li her navçe û bajarê Tirkiyeyê xwebirêxistinkirin û berxwedana li hemberî êrişan mumkin e. 

Êrişên ji bo qirkirina Kurdan ti carî wê bêbersiv nemîne, kesên ev êriş bi rêxistin kirine û kirine, wê teqez hesabê vê bidin. Em bang li gelê Kurd dikin ku di rewşên wisa de hevgirtinê xurt bike, ji bo bidawîanîna van êrişan têkoşîna azadî û demokrasiyê li her derê geş bike."

BEHDÎNAN