Rêxistinên civaka sivîl ên Ewrûpayê bang kirin da ku her kes li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk dengê xwe bilind bike.
Komele, platform û însîyatîvên li Ewrûpayê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin da ku her kes dengê xwe bike.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê, Mexmurê û  rûdana 5'ê Hezîranê ya li Metîna ku tê de wesayiteke yekîneyên taybet ên ser bi PDK'ê teqiyabû û 5 ji wan miribûn, hate bibîrxistin û hate gotin, ''Yekîneyên taybet ku şandibûn Metînayê bi çi armancê dibe bila bibe, şandina wan a bêyî diyaloga bi gerîla re û bêyî ku haya wan jê hebe, hem şaş e û hem tehlûke ye. Wiha tê fêhmkirin, dewleta Tirk ev hewldana şaş organîze kiriye û hem jî êriş aniye ser.

Li gorî agahiyên dawî ku ji herêmê hatine, wesayita yekîneya ku derb lêketî, balafirên Tirk yan jî dronên Tirk lê dane.
Dewleta Tirk ji nakokiyên nav Kurd, ji cihêbûna wan, weke doh îro jî dixwaze sûd wergire.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Gelê me û dostên me li dijî vî şerê gemarî yê dewleat Tirk û dagirkeriya wê divê dengê xwe rakin. Bi şerê navxweyî yê Kurdan di şexsê Kurdan de konsepta îmhayê li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Heke ev konsept bi ser bikeve û Kurd têk biçin, mirovahî wê têk biçe.''

Saziyan her wiha got, ''Em rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanî ku îmzeya wan li jêr e, em banga yekîtiya neteweyî li hemû avaniyên Kurdistanî û hêzên Kurdistanî dikin. Em bi bîr dixin, heke em li dijî dagirkerî û faşîzmê bibin yek em ê bi ser bikevin, divê mirov bi dagirkeran nexape.''

Saziyan bang li akademîsyen, entelektuel, nûçegihan, nivîskar, karsaz, hunermend, siyasetvan, wêjekarên Kurd kir da ku helwêsta hewce nîşan bidin.

Saziyên ku daxuyaniya hevpar dane ev in:

Platforma Komaleyên Xwecihî
DİK (Kongreyaa Avakirina Dersimê)
FEDA (Federasyona Elewî ya Demokratîk)
MARDEF (Federasyona Komeleyên Demokratîk a Meraşê) 
PKAN (Platforma Kurdên Anatoliya Navîn)
DSKD (Komeleya Dijî Qikirinê ya Dersimê)
AKKM (Navenda Çandî ya Qoçgirî ya Ewrûpayê)
AHD (Komeleya Xinisê ya Elmanyayê )
MKÎ (Înîsîyatîfa Kurecîkê ya Meletî)
ÎGX (Înîsiyatifa Gelê Xinûsê).

NAVENDA NÛÇEYAN