Kûrahiya dinyaya zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 15 Hezîran 2024 - 00:29

Hunermendê bi navê Mark Pugh ku pêşangeha xwe ya yekem li dar dixe tenê afirîneriya xwe ya di warê teknîkî de nîşan nade, her wiha di warê vegotinê de jî gelek tiştên nû vedibêje. Wî ji bo pêşangeha xwe bi tevahî 20 tabloyên boyaxa zeytî çêkirine. Mark Pugh ku xwediyê çar keçan e îlhama tabloyên xwe jî ji keçên xwe girtine.

Mark Pugh bi van tabloyên xwe me dide fikirandin jî û dixwaze hin tiştên li ser tablo bîner temam bikin. Her tabloyekî wî bîneran ber bi dinyayeke cuda ve dibe. Mark Pugh ji bo karên xwe dibêje; “Her tabloyek behsa serpêhatiya xwe ya piçûk dike. Lê min nexwest hemû tabloyan bi ayawekî temamkirî derxim pêşberî bîneran ji lewma dixwazim bîner jî şiroveyên xwe li van tabloyan zêde bikin. Bila ew jî xwe hin tiştan bibînin di van tabloyan de. Ez di tabloyên xwe de ekserî zarokan bikartînim. Lê gava ez wan resm dikim bi babetên cuda dinirxînim û heta ji min tê hinek dîtir kûr rave dikim rewşa wan.”

Mark Pugh ji bo karibe tabloyên xwe baştir hazir bike zorê dide sînorên xwe yên heyî û kompozisyonên wî naşibin tablo û portreyên klasîk. Di resmên xwe yên fîgûrî de bêhter li ser rûyên zarokan hûr dibe û ji bo vî tiştî jî dibêje; “Gelek caran rûyên fîgûran diveşêrim û dixwazim fêr bibim bê ka dikarim çîrokên bi çi rengî kifş bikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.