• Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê bi beşdariya gelek welatiyên Silêmaniyê, vê hefteyê jî li taxa Çar Çira kom bûn û daxwaz kir ku kujerên şehîd Şukrî Serhed bên eşkerekirin. 

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê bi beşdariya gelek welatiyên Silêmaniyê, vê hefteyê jî li taxa Çar Çira kom bûn û daxwaz kir ku kujerên şehîd Şukrî Serhed bên eşkerekirin. 

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed (Yasîn Bulut) li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker. Divê êrişa sibehê saet di 09.00’an de Şukrî Serhed şehîd bû.
77 roj di ser şehîdkirina wî re bihurîn, lê hîna jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin, wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmeha 2021’ê de bi daxuyaniyekê ragihandibû, heta kujerên şehîd Şukrî bên eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî şehîdkirin, çalakiyê li dar bixin. 

Doh jî bi dehan malbatên şehîdan, aktîvîst û welatiyên Silêmaniyê careke din, li cihê şehîdkirina Şukrî Serhed kom bûn.
Wan got, “Şehîd Şukrî jiyana xwe ji bo azadiya Kurdistanê kir xelat. Ev 77 roj di ser şehîdxistina wî re derbas dibin, lê heta niha derbarê kujeran de ti agahiyek nehatiye belavkirin. Maneya vê êrişê ew e ku her kesê ji bo azadiyê têbikoşe, jiyana wî/wê di tehlûkeyê de ye.

Em ji saziyên ewlekariyê, berpirs û rewşenbîrên herêmê dipirsin, ka kujerên şehîd Şukrî? Ji bo çi hun belgeyan ji bo raya giştî eşkere nakin, ji bo çi xelkê silêmaniyê bêdengin?”

ROJNEWS/SILÊMANÎ