• Felek Tanirgan: Ez jineke Kurd im. Min li ber xwe da. Te dît, dibêjin, 'jin dê azad bibe.' Jin bi têkoşînê, bi kedê û bi berdêlan azad dibe. Tevî ev qas êş û azaran jî ez li ser piya me.

AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN

Felek Tanirgan bi darê zorê ji gundê xwe hatiye derxistin, 3 caran hatiye girtin, 23 sal in hevjînê wê girtî ye û keçeke wê 10 sal û 6 mehan di girtîgehê de maye, bi têkoşîn û berxwedaneke 5 salan kujerê keça xwe daye girtin. Tanirgan, tiştên hatine serê wê wekî "berdêla ji bo azadiyê" pênase kirin. 

Felek Tanirgan 62 salî ye, li hemberî tahde, zilm, binçavkirin û girtinan serî netewendiye, têkoşîna xwe ya bi salan wiha xulase dike:

"Çendî ez êşiyam jî, lê teslîm nebûm. Min li ber xwe da."  

Tanirgan, sala 1986'an ji ber ferza cerdevantiyê, ji gundê Zonê yê navçeya Artûklûya Mêrdînê, tevî malbata xwe koçber dibe û li Qoserê bi cih dibe. Gava ji gund derketiye zarokeke wê hebûye û paşê li Qoserê 6 zarokên wê yên din çêbûne. 

Hevjînê wê Cûma Tanirgan, niha 65 salî ye. Ew sala 1993'yan de hatiye girtin. Tanirgan û malbata wê, pirr hewl dane vegerin gundê xwe, lê her tim bi zextên cerdevanan re rû bi rû mane û nikaribûne biçin gundê xwe. 

Hevjînê wê piştî tê girtin bi salekê, hatiye berdan, lê 1999'an vê carê Tanirgan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatiye girtin. Tanirgan, 3 mehan di hepsê de dimîne û tê berdan. Piştî çend mehan, Îlona 1999'an hevjînê wê dîsa tê girtin û cezayê muebedê lê tê birrîn. Cûma Tanirgan, ev nêzî 23 salan e girtiye, heta niha carekê anjiyo bûye û carekê jî xwîn ji mîdeya wî hatiye. 

Bi du zarokên xwe re di hepsê de 

Felek Tanirgan jî sala 2000'î dîsa hatiye girtin û ji ber ku wê demê du zarokên wê hûr bûne, ew jî bi xwe re birine hepsê. Wê demê 5 zarokên wê jî ku yê herî mezin 12 salî û yê herî piçûk 7 salî bûye, bi tena serê xwe mane. Tanirgan vê carê jî 3 mehan di hepsê de dimîne û tê berdan. Piştî ji tê berdan ji bo debara malê li nav erdan dixebite û diçe paqijiya nav malan. 

Keçeke wê tê qetilkirin

Keça wê Leyla berî daweta xwe bi rojekê, 29'ê Hezîrana 2008'an ji aliyê kesên nenas ve tê kuştin. Tanirgan sala 2009'an, gava diçe hepsê serdana hevjînê xwe, dîsa tê girtin. 

Tanirgan vê carê bi qasî salekê di hepsê de dimîne. Piştî tê berdan li kujerên keça xwe Leylayê digere. Wê demê keça wê Hatîce jî gava diçe hepsê cem bavê xwe, tê girtin û 10 sal û 6 meh ceza lê tên birrîn. 

Tanirgan li hêlekê debara xwe dike, li hêlekê jî hewl dide kujerên keça xwe Leylayê bibîne. Piştî lêgerîneke 5 sal û 2 meh û 20 rojan, hîn dibe ku tiyê wê keça wê kuştiye. Tiyê wê tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. 

Tanirgan sala 2016'an li Şaredariya Qoserê dest bi kar dike, lê piştî qeyûm tê tayinkirin ji kar tê derxistin. 

Teslîm nebû 

Tanirgan bi vî awayî behsa wan rojan dike, "Ji bo kujerên Leylayê bibînim û hesab bipirsim, min pirr li ber xwe da. Piştî Leylayê pirr êşiyam. Lê piştî wextekê, ez fikirîm, diviyabû ez li 6 zarokên xwe yên din miqate bim. Leyla çû, lê 6 zarokên min ên din hebûn. Min li ber xwe da û ez hatim ser hemdê xwe. Yan ez ê bi wê êşê bimirama, yan jî ez ê rabûma ser pêyan. Çendî ez êşiyam jî, lê teslîm nebûm. Min li ber xwe da. Min û zarokên xwe tev de me li ber xwe da." 

Ez li ser piya me 

Tanirgan, girtina xwe, ya hevjînê xwe û keça xwe wekî "berdêla ji bo azadiyê" pênase dike û dibêje, "Ez jineke Kurd im. Min li ber xwe da.

Te dît, dibêjin, 'jin dê azad bibe.' Jin bi têkoşînê, bi kedê û bi berdêlan azad dibe. Tevî ev qas êş û azaran jî ez li ser piya me." 

Tanirgan di dawiya axaftina xwe de got, "Dixwazim ev zilm biqede û deriyên girtîgehan vebin. Dixwazim aştî bê warê me. Bila her kes bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe bijî. Bila kes tu kesî înkar neke. Bila her kes bi çanda xwe bijî. Bila kes li axa xwe ne êsîr be. Bila her kes azad be."