Kujeran dadgeh bikin!

În 6 Gulan 2022 - 22:42

  • Rojnamevan Serdeşt Osman di salvegera qetilkirina xwe de bi merasîmeke girseyî li gundê Gird Azeba yê Hewlêrê hat bibîranîn.

Rojnamevan Serdeşt Osman di salvegera qetilkirina xwe de bi merasîmeke girseyî li gundê Gird Azeba yê Hewlêrê hat bibîranîn.

Di merasîmê de tevî malbata Sedeşt Osman, gelek çalakvan, parlamenter û rojnamevan amade bûn. Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Piştre haziran guh da gotinên dawî yên Serdeşt Osman; wî behsa sedema qetilkirina xwe dikir. 

Paşê, peyamên sazî û rêxistinan hatin xwendin.

Li ser navê malbata Serdeşt Osman jî axaftinek hat kirin. Di axaftinan de hate gotin, heta kujer û kesên destê wan di qetilkirina Serdeşt de hebû, neyên dadgehkirin û cezakirin, dosya Serdeşt wê vekirî bihêlin.

Di merasîmê de peyamek li ser navê Tevgera Azadî jî hat xwendin, di peyamê de hat gotin, qetilkirina rojnamevanan nîşanayeke eşkere ya desthilata totalîter û gendel e. 

Li Kelarê rojnamevanan Serdeşt bi bîr anî

Rojnamevan û aktîvîstên Germiyanê jî li Kelarê bi çalakiyekê rojnamevan Serdeşt Osman di salvegera qetilkirina wî de bi bîr anî. Rojnamevan û aktîvîst li Parka Şehîd Leyla Qasim a li Kelarê ji bo çalakiyê civiyan.

Di çalakiyê de gelek rojnamevan û aktivîstên navçeyê amade bûn. Wêneyên Serdeşt Osman hatin hildan û dirûşmên li dijî desthilatê hatin gotin.

Ji aktîvîstan Azad Osman got, “12 sal di ser qetilkirina Serdeşt Osman re derbas dibin, lê hîna jî metirsî li ser rojnamevanan û azadiya fikir û ramanê heye. Dadgeh di dosya Serdeşt Osman de bi erka xwe ranebûye û bêhelwest maye.”

Piştre Parlamentera Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn jî got, “Pêwîst e parlamen yasayekê derxe bi vê yasayê maf û îmtiyazên şehîdên pênûsê bide. Her şehîdekî pênûsê, peykerek wan li bajarê wan were danîn û kesên tawanbar jî werin cezakirin.”

ROJNEWS/HEWLÊR-KELAR 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.