‘Kujer reviyane Hewlêrê’

Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:44

Bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê doh li cihê qetilkirina Şukrî Serhad çalakiyek li dar xist û gotin “Em ê heya kujer bên eşkerekirin, her hefte li cihê heval Şukru lê hatibû şehîdkirin, çalakiyan li dar bixin.” 

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) di 17’ê Îlona 2021’an de li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ya Başûr ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hatibû gulebarankirin û şehîdxistin.

Doh li taxa Çarçira ya Silêmaniyê li cihê ku Şukrî Serhad hatibû qetilkirin, çalakiyek hate lidarxistin. Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku heya kujerên şehîd Şukru bên eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê Şukrî Serhad hatibû qetilkirin, çalakiyan li dar bixin û ji bo tevlêbûna çalakiyê bang li her kesî kir.

Di demeke zû de bûyerê ronî bikin

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Amanc Hemereş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro 23 roj di ser şehîdxistina heval Şukrî Serhad re derbas dibin. Lê heya niha kujer nehatine girtin, em dizanin ku kujer reviyane Hewlêrê.

Dîmenê dema şehîdxistina şehîd Şukru heye, destpêkê saziyên ewlekariyê ragihand ku di destê wan de gelek belge hene û dê ji raya giştî re parve bikin. Ji bo wê em bang li saziyên peywendîdar dikin da ku di demeke zû de bûyerê ronî bikin.”

‘Heya em bigihîjin armanca xwe’

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em ê heya kujer bên eşkerekirin, her hefte li cihê heval Şukru lê hatibû şehîdxistin, çalakiyan li dar bixin û daxwaza eşkerekirina kujeran bikin. Heya em digihîjin armanca xwe, dê çalakiya me dewam bike. Em bang li her kesî dikin ku her hefte tev li çalakiyê bibin.”

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.