• Kesekî di ser hesabên xwe yên dijîtal, gef li Kerem Schamberger, Cansu Ozdemir, Civan Akbulut, Sarya Ataç û gelek kesên din xwaribûn û gotibû, ew ê wan bikuje. 

Kesekî di ser hesabên xwe yên dijîtal, gef li Kerem Schamberger, Cansu Ozdemir, Civan Akbulut, Sarya Ataç û gelek kesên din xwaribûn û gotibû, ew ê wan bikuje. 

Kerem Schamberger, Cansu Ozdemir, Civan Akbulut û Sarya Ataç bi hev re daxuyaniyek da çapemeniyê û got, kesê gef li wan xwariye li Kayseriyê dimîne û têkiliya wî bi MHP´ê re heye. Vî kesê gefxwar, di ser hesabê Instagramê "Kod Adim Yeşil" pêşî gef dixwarin. Lê wî bi şaşî 23´yê Mijdara 2021´ê di ser hesabê dikana xwe “Teknotell_Kayseri” gef li Dr. Kerem Schamberger xwarin. Wî jî di cih de wêneyê wê girtin. 

Dikan li Kayseriyê ye. Û xwediyê dikanê jî gava ku bi şaşiya xwe dihise, di cih de parvekirina xwe jê dibe. Di bin wêneyê wî paşê jê birrî yê li dikanê hatiye girtin, dinivîsîne, “Ez wekîlên miletê Tirk Olcay Kilavuz û Baki Ersoy ji dil pîroz dikim û bi dengekî bilind careke din dibêjim: Selahattin Demirtaş TERORÎST E.”

Ka têkiliya parlamenterên MHP´ê Kilavuz û Ersoy çi qas e bi vî faşîstî re, nediyar be jî, sempatiya faşîstî ya ji MHP´ê re eşkere ye. Li aliyê din dibe ku ev faşîstê gefxwar êdî ji tiştekî natirse û bixwe nasnameya xwe eşkere kiribe. Lewma li Tirkiyeyê, beriya niha gefxwarinên bi kuştinê bê ceza mabûn. Yanî dibe ku fail fikirîbe ku tiştekî ew jê bitirse nîne. 

Ji heman hesabî gef li hevserokên HDP´ê û parlamenterên wê jî hatibûn xwarin. Niha ew jî ji meseleyê haydar in. Ji ber wê, navnîşana dikana fail gihandin polêsê Elman. Heta îro bi îdîaya nedîtina fail dozên hatin vekirin, hatibûn girtin. Lê belê vê havînê Dayreya Krîmînal a Polêsê Elman a li Wiesbadenê derxist holê ku IP´ya fail ji Kayseriyê ye. Eşkerebûna fail ji bo Elmanyayê jî girîng e ji ber ku wî gef xwarina li parlamentera federal a Die Linke (Partiya Çep) Gokay Akbulut, Cansu Ozdemir (Hevseroka Koma Parlamenê ya Partiya Çep di eyaleta Hamburgê de), Kerem Schamberger (endamê rêveberiya Partiya Çep li Munchenê), Sarya Ataç (endama Partiya Çep li Frankfurt), Civan Akbulut (endamê Partiya Çep li Essenê), û parlamenterê berê yê federal Tobias Pfluger, gelek siyasetvan, rojnamevan û aktîvîstan jî. Li Tirkiyeyê jî wî bi heman rengî gef li parlamenterên HDP´ê yên weke Kemal Bulbul jî xwarine.

FRANKFURT