• Jonathan Speyer: Têkoşîna PKK'ê ya çekdarî bi temamî li dijî hêzên çekdar ên dewleta Tirk e. Weke terorîst sedema binavkirina PKK'ê bêhtir siyasî ye û elaqedarî dewletên xurt e, ne elaqedarî çalakiyên vê rêxistinê ne.

Rojnamevanê Brîtanî Jonathan Speyer dibêje, dewleta Tirk têkiliyên xwe bi dewletan re bi kar tîne da ku rojnamevanan bêdeng bike. Jonathan Spyer gava ku Tebaxa bihurî ji sefareta Emerîkî telefonî wî dikin û dibêjin, vîzeya wî hatiye betalkirin, ecêb mayî dimîne. Lê ew vê nake mesele û careke din miracaetî vîzeyê dike. Vê carê jê re sedemek tê gotin û miracaeta wî ya ji bo vîzeyê tê redkirin: "Têkiliya bi çalakiyên terorîst yan jî bi rêxistina terorîst re".

Di semînereke di ser înternetê re ya online wî ji Middle East Forum re - ew bi xwe analîst e ji bo vê saziyê - got, dijminên wî gelek in ku bixwazin tiştekî wisa bikin, lê ne Hamas, ne Hîzbullah û ne jî Esed yan jî DAIŞ'ê dikare tesîrê li wezareta karê derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bike, da ku îddîa bike ku têkiliya wî bi rêxistineke terorîst re heye. Bi vî rengî ew bi ser ve dibe ku dewleta Tirk kiriye ku vîzeya wî bê betalkirin û daxwaza vîzeyeke nû bê redkirin. 

Erdogan li derveyî Tirkiyeyê jî bêdeng dike

Speyer berê bi rêveberên PKK'ê re hevpeyvîn kirine. Wî got, "Ez bi ti awayî ne destekkerê PKK'ê me, lê nivîsên min heger cih û zeman guncaw bin sempatiya min a bi daxwazên neteweyî yên Kurdan re nîşan didin."

Li gorî wî sedema esasî rojnamevaniya wî ya gava dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ya 9'ê Cotmeha 2019'an bûye. Hingî wî li ser sûcên dema şer ên dewleta Tirk, û kuştina gelek rêveberên sivîl ên Rêveberiya Xweser nûçe çêkirin.

Wî got, "Erdogan bi hêza analîza rexnegir dizane û çi ji destê wî tê dike da ku vê bêdeng bike. Mixabin wezîfedarên hikûmeta heyî ya Tirk wisa xuya ye ku dixwazin li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî rojnamevanî û analîza azad asteng bikin, di nav sînorên welatên hevgir ên weke Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de." 

Lîsteya rêxistinên terorîst siyasî ye

Jonathan Speyer di dema semînerê de her wiha behsa weke rêxistineke terorîst binavkirina PKK'ê jî kir û got, "PKK di pêvajoyeke veguherînê re bihurî. Têkoşîna wê ya çekdarî bi temamî li dijî hêzên çekdar ên dewleta Tirk e. Weke terorîst sedema binavkirina PKK'ê bêhtir siyasî ye û elaqedarî dewletên xurt e, ne elaqedarî çalakiyên vê rêxistinê ne."

LONDON