• Di doza li dijî nijadperestê Tirk Aşir Atalay de ku Ibrahîm Demir ê ji sedî 90 seqet, qetil kiribû, dayika Ibrahîm û hevalekî wî îfade da. Parêzerên malbatê careke din xwest qatilê tohmetbar bi cinayetê bê dadgehkirin.

Nijadperest Tirk Aşir Atalay li Dortmundê, li Ibrahîm Demir ê ji sedî 90 seqet bû, nehatibû rehmê, û 16´ê Gulana bihurî ew bi derbehişkan qetil kiribû. Derket holê ku qatil berê jî ji ber birîndarkirinê û şêlandinê salekê di hepsê de maye. Wekî din parêzerê aliyê mudaxil yanî malbata Demir, Bariş Yeşîl got, polês di lêpirsînê de gelek kêmasî kirine.

Qatilê tohmetbar ê nijadperest bi tohmeta birîndarkirina giran a bûyî sedema mirinê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Dortmundê tê dadgehkirin. Duşema bihurî di dozê de heyeta dadgehê guh da dayika Îbrahîm Demir, Şahize Demir. Wê got, "Kurê min bejnkurt bû, ji sedî 90 seqet bû. Kurê min hûrik û qels bû." Wê got, kurê wê xwe cê kiriye, lê li maleke nêzî wê dima: "Vê dawiyê min hêîs dikir ku ditirse. Wexta min jê pirsî, got, ‘hin hevalên min gefan li min dixwin, ez ditirsim’. Min jê hejmara telefonê xwest, ew jî neda."

Nijadperestî gef lê xwarine

Hevalekî Ibrahîm Demir jî îfade da. Wî jî got, Ibrahîm jê re gotiye, Aşir Atalay gef lê xwarine.

Parêzerê malbata Demir, Bariş Yeşîl ji nû ve daxwaz kir ji heyeta dadgehê ku qatilê nijadperest bi tohmeta "bi qesd kuştina mirovî" heta ji ber "Cinayetê" bê dadgehkirin. Wî ji rojnameya me re jî got, "Kesê qatil, dibêje erê min lê xist, lê min nekuşt. Lê rapora pispor belge dike ku ji ber ku xwîn rijiyaye nava wî, Ibrahîm miriye."

Dîsa îfade neda

Parêzer Bariş Yeşîl got, qatil hewl dide berpirsiyariya xwe ya di kuştinê de veşêre, û di lêpirsîna polêsan de jî kêmasî hene. Wî got, "Aşir Atalay piştî bûyerê bi 3 rojan teslîm dibe. Li ser şalê wî û pêlava wî şopa xwînê heye. Neçûne, lênepirsîne çima piştî bi sê rojan ev şopa xwînê hîna heye. Piştre hê nû lê dikolin ka ev xwîna Ibrahîm Demir e yan na. Ji ber derengmanê em difikirin ku encam negatîf be. Li polês îfadeyê dide, lê poşman dibe."

Qatilê tohmetbar berê jî ji ber birîndarkirin û şêlandinê hatiye cezakirin û salekê di hepsê de maye. Qatilê tohmetbar dîsa îfade neda lê qebûl kir îfadeya wî ya berê hatiye girtin bê xwendin. Wî ev îfade jî paşê red kir. Parêzerên malbatê li ser vê yekê got, ew ê dozgerê îfade girtî vexwînin rûniştina bê. Rûniştina bê ya dozê wê 25´ê Mijdarê pêk bê.

NAVENDA NÛÇEYAN