Dadgehê sûcê dewleta Tirk eşkere kir: Polêsan Hediye şewitand

Çarşem 13 Îlon 2023 - 00:05

  • Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk serlêdana hevjînê Hediye Ataman a ku di sala 2016'an de li navçeya Erdîşa Wanê ji aliyê polêsên Tirk ve di malekê de bi saxî hatibû şewitandin, nirxand û dewleta Tirk sûcdar dît.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê di 18'ê Mijdara 2016'an de polêsên Tirk avêtin ser mala malbata Ataman û di serdegirtinê de xanî şewitantibûn. Di bûyerê de Hediye Ataman bi saxî hate  şewitandin û qetilkirin û hevserê wê Ahmet Ataman jî ji aliyê polêsan ve bi êşkenceyê hate binçavkirin.

Li Ahmet Ataman di 9’ê Nîsana 2018’an de 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatibû birrîn. Îtîraza parêzerên Ataman Mahmut Kaçan û Esra Akgun ên li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê ya Erziromê, ji aliyê 6’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê ve hat redkirin.

Ahmet Ataman ê hevsera wî hate qetilkirin, êşkence lê hat kirin û cezayên giran ên girtîgehê lê hatin birrîn, dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî berneda û ji ber binpêkirinên giran ên li ser jiyan û mafan miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Ataman di miracaeta xwe de diyar kir ku polêsan di serdegirtina mala wî de hevsera wî qetil kiriye, mala wî hatiye şewitandin û di bûyerê de polêsek birîndar nebûye. Dadgeha Destûra Bingehîn a ku miracaeta Ataman ê bi îdiaya "teşebusa kuştina bi qestî ya li dijî wezîfedarên ewlekariyê û xerakirina yekîtiya dewletê" nirxand, biryara xwe eşkere kir.

Dadgehê dewlet mehkûm kir

Dadgehê diyar kir ku der barê binpêkirinên elaqedarî miracaeta Ahmet Ataman de, divê ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin û biryar da ku dewlet 390 hezar TL tazmînatê bide. Di biryarê de hat gotin, divê dadgeh derbarê îdiayên binpêkirinê de biryareke nû bide û hate gotin, êşkenceyeke ku rûmeta mirovan binpê dike, heye.

Têkoşîn wê dewam bike

Parêzerê Ataman Mahmut Kaçan da zanîn ku sala 2016'an li Erdîşê komkujî pêk hat, lê ser vê komkujiyê hat girtin, rastî hatin veşartin. Kaçan, da zanîn ku lêpirsîna derbarê wan polêsan de yên ku di komkujiyê de cih girtine, hatibûn vekirin, bi neşopandinê bi dawî bû û got, “Li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, divê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîneke nû bide destpêkirin û got, ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin.”

Kaçan got; “Binpêkirina mafan û mafê jiyanê yê Ahmet Ataman ê ku cezayê girtîgehê yê giran lê hatiye birrîn, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat qebûlkirin. Lewma em ê pêvajoya ji nû ve dadgehkirinê ya Ataman bidin destpêkirin. Lê belê bi vê biryarê re bi awayekî fermî derket holê ku hevsera wî Hediye Ataman hatiye qetilkirin."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.