Li navçeya Karatay a ser bi Konyayê agir bi kadîna malbetek Kurd xistin. Kesên ku agir bi kadînê xistin malbatê tehdît kirine û gotine; “Em ê we jî weke malbata Dedeogulları bişewitînin.” Bûyer li taxa Saracoglu qewimî û malbata ku paşnava wan Şan e dan zanîn ku qismekî mala wan jî şewitiye. 

Endamê malbata ku kadîn û mala wan şewitiye Erol Şan diyar kir ku nêzî 160 ton kaya wî şewitiye û di derbarê bûyerê ev agahî dan; “îhtimaleke mezin ew kesên faşîst ev bûyer pêk anîne. Wan berê jî bi kurê min re nîqaş kiribû, hinek deynê kurê min jî li wan bû. Beriya salek û nîvê zarokên min çûn ku pereyên xwe ji H.A bixwazin lê wan pere neda û di ser de jî zarokên min tehdît kirin. Piştî zarokên min jî bertek nîşan dabûn di navbera wan nîqaşek çêbû. Wî wextî wan ji zorên min re gotibû, ‘Ma hûn hîna jî ber xwe nakevin, em ê we jî weke zarokên malbata Dedeogulları bişewitînin!’.”

Bi zanebûn êrîş kirin

Piştî vê bûyerê birayê H.A jî li bavê zarokan ango Erol Şan digere û dibêje, “Ez ê we ji Konyayê derxim, we tine bikim. Heta ez ê we bişewitînim.” Ji ber vê axavtinê Erol Şan dide zanîn ku kesên vê bûyerê pêk anîne ev kes in û xwestine wan bişewitînin.

Erol Şan di derbarê qeydên kamerayê de jî got; “Me ji kamerayê tiştekî îsbat nekir. Emniyet dê tiştekî bike an jî neke ez nizanim bi rastî. Lê ez bibêjim ev êrîş bi zanebûn hatiye kirin. Gelek xisara me çêbû.”

Bûyera malbata Dedeogulları

Li navçeya Meram ya ser bi Konyayê malbatên Keleş û Çalık di 12’ê Gulana 2021’an de êrîşî malbata Dedeogulları kiribûn û ji malbata wan 7 kes qetilkiribûn. Kesên ku êrîş kiribûn di dema êrîşê de gotibûn; “Em ulkîcî ne û em ê nehêlin hûn li vir bijîn.”