- Tevî ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, yekîneyên wan ên li ser sînorê Ûkraynayê li leşkergehên xwe vegeriyane, alozî û rageşî dewam dike.
Tevî ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, yekîneyên wan ên li ser sînorê Ûkraynayê li leşkergehên xwe vegeriyane, alozî û rageşî dewam dike.
Li gorî Sekreterê Giştî yê NATO'yê, Rûsya hîn jî leşkerên xwe yên li ser sînorê Rûsyayê zêde dike. Washîngtonê jî leşkeran dişîne Polonyayê ku welatekî din ê li ser sînorê Ûkraynayê ye. Kîev û Washîngton, Rûsyayê sûcdar dikin ku 150 hezar leşker li ser sînor bi cih kiriye.
Qesra Spî daxuyaniyeke nû da û diyar kir ku Rûsya di “her kêliyê” de dikare êrişî Ûkraynayê bike. Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson îdîa kir ku Rûsya xwe ji şerê herî mezin ê ji sala 1945'an û vir ve amade dike.
Komarên Donetsk û Lûganskê ragihandin ku di serî de jin, zarok û extiyar, wê sivîl ber bi Rûsyayê ve bêne veguhastin. Ji bo mirovên di navbera 18-55 salî de seferberî hate ragihandin.Wezareta Parastinê ya Belarûsê jî liv û tevgera leşkerî ya li ser sînor û aloziya li Donbassê kir hincet û diyar kir ku wê tatbîqatên leşkerî yên bi Rûsyayê re dewam bikin.
Agirbest hatiye binpêkirin
Li gorî Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewrûpayê (OSCE), li eniya rojhilat a Ûkraynayê, agirbest di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 1500 carî hatiye binpêkirin. Çavdêran ragihandin ku ji êvara Pêncşemê heta êvara Înê li herêma Donetskê 591 carî, li herêma Lûganskê jî 975 carî agirbest hatiye binpêkirin. Ev herdu herêm di destê hêzên alîgirê Rûsyayê de ne.
‘Mertalê Ewrûpayê’
Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky ji bo parastina Ûkraynayê bang li dewletên rojavayî kir, ku Ûkrayna li dijî Rûsyayê weke 'Mertalê Ewrûpayê' tê pênasekirin.
Zelensky di konferansa ewlekariyê de ya li bajarê Munchen ê Elmanyayê got, "Ûkrayna 8 sal in mertaleke. Heşt sal in Ûkraynayê yek ji mezintirîn artêşên cîhanê li ser sînorê xwe rawestand." Zelensky xwest bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re jî hevdîtinekê bike.
Elmanya û Fransayê ji welatiyên xwe yên li Ûkraynayê xwest ku vî welatî biterikînin. Gelek şîrketên rêyên hewayî seferên xwe yên ber bi Ûkraynayê ve rawestand.
NAVENDA NÛÇEYAN