- Li Iraqê serokê Tevgera Sedr a Şîî, Muqteda El-Sedr duşemê ragihandibû ku ew bi temamî ji siyasetê vedikişe.
Li Iraqê serokê Tevgera Sedr a Şîî, Muqteda El-Sedr duşemê ragihandibû ku ew bi temamî ji siyasetê vedikişe.
Komên ser bi Tevgera Sedr doh li seranserê welêt xwepêşandan li dar xistin. Li paytext Bexdayê milîsên tevgerê êriş birin ser Qesrên hikûmetê û Serokkomariyên yên li herêma Kesk a ewle. Di encamê de şerekî dijwar qewimê navbera milîsên Sedrî û hêzên hikûmetê û hêzên Heşdî Şebî. Milîsîn sedrî Seraya es-Selam (Tugaya Aştiyê) bi maşînan sîleh kişandin dora Herêma Kesk û ev şerê hanê kir. Heta berê sibehê saet çaran jî şer dewam kir.
Bi dehan kuştî
Di şer de li gorî çavkaniyên cihê 23 ta 50 kesî hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Li Basraya Şîî jî xwepêşanderên Sedrî rê li çûnûhatinê girtin û li ser rêyan lastîk şewitandin.
Sedr got bes e!
Muqteda El-Sedr îdîa kiribû ku ji ber ku lîderên din ên Şîî guh nadin bangên wî yên ji bo reforman, ew ji siyasetê vekişiyaye. Piştî xwepêşandanan û aloziyê, Sedr îdîa kir ku ji bo protestokirina bikaranîna sîlehan wî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Doh nîvrojê jî Sedr ji hevalbendên xwe yên li kolanan şer dikin, xwest di nava saetekê de vekişin.
Sedr wiha peyivî, “Ez ji ber şerê qewimî ji miletê Iraqê dixwazim ku min efû bike. Ji ber ku ev şoreş êdî ne aştiyane ye, ne şoreş e. Bila şoreşeke welê têk biçe, çêtir e." Sedr hebûna milîsên Heşdî Şebî jî rexne kir. Piştî banga Sedr, qedexeya derketina kolanan a duşemê jî doh hat betalkirin.
Lîderê Rûhanî dengê xwe nekir
Ji bo ku şer raweste her kes li benda daxuyaniya lîderê rûhanî Elî el-Sîstanî jî bû. Tevî ku hatibû gotin, ew ê daxuyaniyekê bide, heta nûçeya me dihat amadekirin jî, ew bêdeng ma.
Krîza beriya şerî
Di hilbijartina parlamenê ya Cotmeha par de Tevgera sedr bû koma herî mezin a li parlamenê. Lê nekarî bi serê xwe hikûmetê ava bike. Wê bi komên sunî yên dewleta Tirk pişta wan digire û PDK’ê re tifaqeke sêalî ragihand. Lê hewldanên vê tifaqê yên hilbijartina serokkomar û avakirina hikûmetê ji aliyê bloka Şîî ya alîgirê Îranê, Çarçoveya Hevahengî ve hat asteng kirin. Ji ber vê jî Sedr ji hevalbendên xwe xwest ji parlamenê vekişin. Sedr her wiha ji aliyên mayî jî xwest parlamenê fesix bikin û da ku hilbijartinên nû pêk bên.
Çarçoveya hemahengî piştî ku Sedr ji parlamenê vekişiya bû hêza ku dikare hikûmetê ava bike û xwe yekser neda ber fesixkirina parlamenê. Vê yekê jî rê bir pêvajoya daxuyaniya Sedr a vekişîna ji siyasetê û şerê doh ê li gelek bajarên Iraqê û nexasim li Bexdayê.
NAVENDA NÛÇEYAN