Krîmînalîzekirina Kurdan tê guftûgokirin

Çarşem 23 Îlon 2020 - 16:03

  • Krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê wê 27ʼê Îlonê li bajarê Hannoverê di konferansekê de were guftûgokirin.

Krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê wê 27ʼê Îlonê li bajarê Hannoverê di konferansekê de were guftûgokirin. Nexasim jî wê li eyaletên Bremen û Niedersachsen krîmînalîzekirina Kurdan û dostên wan mijara guftûgoyê be.
Li Elmanyayê li derdora 1,2 mîlyon kurdistanî hene. Gelo çima kesên ji bo çareseriya meseleya Kurd dixebitin têne krîmînalîzekirin. Çima sembolên wan têne qedexekirin, polês çima bi ser malên wan, komele û dezgehên wan de digirin. Der barê wan de doz têne vekirin û dikevin ber lêpirsînan? Di çarçoveya van pirsan de wê polîtîkayên krîmînalîzekirinê bêne guftûgokirin û wê stratejiya li hemberî vê were destnîşankirin.
Buroya Huqûqê ya Azadî, BIRATÎ e.V Bremen û NAV-DEM a Hannover konferansê organîze dikin, gelek partî, rêxistin û sazî jî destekê dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.