Kovarên Kurdî yên vî çileyî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Çile 2023 - 05:48

  • Li gel ku ji ber aloziyên aborî gelek weşanxane êdî nikarin weke kaxiz pirtûkan çap bikin jî, hin weşanxaneyên Kurdî hewl didin ku kovarên Kurdî bi awayekî kaxiz çap bikin. Di nav vê mehê de 4 kovarên Kurdî hatin çapkirin. 

Di nava vê hefteyê de 4 kovarên Kurdî bi hejmarên xwe yên nû derketin pêşberî xwîneran. Kovara “Psychology Kurdî” û “Nûbihar Akademî” ku bêhtir nivîsên bi Kurmancî diweşînin û her wiha bi hin şêwezarên Kurdî jî carna nivîsan diweşînin bi dosyayên nû derketin pêşberî xwînerên Kurdî. Li hêla din kovarên “Vate” û “Şewçila” yên ku bi şêwazarên Kirmanckî derdikevin hejmarên xwe yên nû ragihandin.

 

‘Lor û Goran di çavkaniyên Serdema Navîn de’

Hejmara 18’an a kovara “Nûbihar Akademî” ji weşanxaneya Nûbiharê derket. Nûbihar Akademî di vê hejmarê de digel nivîsarên li ser babetên giştî li ser babeta “Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn da” dosyayeke taybet amade kirîye. Serpereştîya dosyayê ji alîyê Dr. Esmail Shams ve hatîye kirin û temaya dosyayê jî beşek ji dîroka Kurdan e.

Di vê hejmarê de da bi giştî yazdeh nivîsar hene. Ji van nivîsaran şeş heb derheqê babeta dosyayê (Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn da) da ne û pênc heb jî derheqê babetên giştî da ne. Ji nivîsarên dosyayê pênc heb, gotarên xweser in û yek jî wergêran e. Ji van gotaran sê heb bi Farisî (Ghodrad Allah Garavand, Lor û Loristan û Pêwendîya wan bi Kurdan re di Sedsalên Navîn de; Zohreh Mohammadi, Rexneya hin Lêkolînên Zimannasî yên di Nîvê Sedsala Dawîn de li Ser Zimanê Kurdî bi Taybetî li Ser Goranî/Hewramî; Reza Ghanbari Abdolmaleki, Xwendin û Nirxandina Belge û Çavkanîyên Dîrokî yên Derbarê Ebdulmelikîyên Şaxeke Goran da), hebek bi Kurdîya Hewramî (Modares Saeedi, Goran, Kurd, and Hewramani Relations at the Heart of the Manuscripts) û hebek jî bi Kurdîya Kurmancî (Shahab Vali, Wateya Peyvên “Kurd” û “Goran” di Metnên Dînî yên Yarsan de) ye.

 

Dosyeya ‘Teoriyên Derûnnasiyê’

Kovara derûnnasiyê “Psychology Kurdî” piştî navbereke kurt di sala nû de bi dosyeya “Teoriyên Derûnnasiyê” bi hejmara xwe ya 15’an derket. Edîtorên kovarê Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Samed Dogan, Leyla Turhan û Kenan Ormek in.

 

Vate û Şewçila jî hejmarên xwe yên nû derdixin

Li hêla din kovara “Vate” ya bi zimanê Kirmanckî derdikeve jî hejmara xwe ya 74’an ragihandiye. Kovarê dosyeyeke taybet hazir nekiriye lê bi nivîsên serbixwe hejmara xwe ya nû derxistiye. Her wiha kovara “Şewçila” jî ku bi şêwezarê Kirmanckî derdikeve û hejmara xwe ya 18’an ya Zivistanê çap kiriye û tê de jî gelek nivîsên serbixwe yên li ser mijarên cuda hene.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.