Kovarên Kurdî nifşên nû afirandin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 15 Gulan 2022 - 22:00

  • Afirandina “nifşek”î, ekolekê, rêgehekê karê herî dijwar e û ligel dijwariyan hemûyan, Hawarê karibûye vê yekê pêk bîne. 

OMER FÎDAN

Kovarên ku di her warî de, bi her mijarê dertên hene, lê bi pirranî kovar ji bo belavkirina ramanekê, ji bo parastina bîrdoziyekê û birêxistinbûna di çarçoveya wê bîrdoziyê de hatine derxistin. Di vê rêya belavkirin, parastin û birêxistinbûn/kirinê de jî gelek rêbaz, alav û amûrên cuda hatine bikaranîn. Rêya herî bingehîn û “nerm” a vê yekê jî belkî kovarên çandî, hunerî û wêjeyî bin. Kurdan jî ji bo parastina hebûna xwe, ji bo jiyana li gorî ‘Xwebûn’a xwe ev rêbaz, alav û amûr bi kar anîne. Bi taybetî ji çarîka duyem a sedsala 20’an û vir ve, li çar aliyên Kurdistanê ji bilî fanzîn, broşur û belavokan, bi dehan kovarên çandî, hunerî û wêjeyî hatine çapkirin û belavkirin.

Kovar gelek caran qûnaxa yekemîn a nivîskariyê ye. Nivîskarên ku rêya wan bi kovarekê neketibe, gelekî kêm in û pirraniya nivîskar û helbestvanên giregir jî pêşiyê bi nivîsên xwe yên di kovaran de hatine nasîn. Gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd jî cara pêşîn (bi nivîsên xwe yên) di kovaran de hev nas kirine, fikr û ramanên xwe, nivîsên xwe bi hev re û bi gel re parve kirine. Ev fikr û raman di kovaran de li pêş çavên gel xemilîne û kemilîne.

Ji aliyê teşeyî ve her çiqas wek formeke di navbera rojname û pirtûkê de hatibe pejirandin jî, ji aliyê mayîndebûn û bandorkeriyê ve gelek caran ji her du formên navbirî zêdetir derketiye pêş. Dîsa ji bo kesên ku nikarin pirtûkên xwe çap bikin, wargehek e, cihê xweceribandin û xwedanpejirandinê ye. Kovar bûne sedem ku wêjeya nûjen a Kurdî şax bide, ber û berheman bide û zêdetir tovan biçîne.

Hawarê ‘nifşek’ afirand

Heke em behsa kovargeriya bi Kurmanciyê bikin, divê em berê pêşiyê bal û dêna xwe bidin kovara Hawarê. Hawara ku hejmara wê ya pêşîn di 15’ê Gulana 1932’yan de bi serperiştiya Celadet Elî Bedirxan li Şamê hat çapkirin, heta sala 1943’yan bi giştî 57 hejmarln wê çap bûne. Hawar ji bo ziman û wêjeya nûjen a Kurdî ew qas girîng tê dîtin ku em niha roja derketina hejmara wê ya pêşîn, 15’ê Gulanê, wek Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Hem bi bikaranîna alfabeya latînî ya Kurdî û hem jî bi geşkirina wêjeya nûjen, Hawar bûye ku di wan rewş û mercên kêmderfet de karibûye “nifşek”î biafirîne. Ev nifş, ji bo hema bibêje tevahiya çeşnên wêjeyî bûye serkanî û çavkanî.

Afirandina “nifşek”î, ekolekê, rêgehekê karê herî dijwar e û ligel dijwariyan hemûyan Hawarê karibûye vê yekê pêk bîne. Li ser Hawarê, zimanê wê, serdema wê, nivîskarên wê, ber û berhemên wê, heta niha gelek xebat hatine kirin, gotar û tez hatine nivîsandin û divê hîna gelek bên nivîsandin jî.

Rewşen bû ‘barageh’ek

Piştî Hawarê, Rewşena ku ew bixwe jî li ser rêgeha Hawarê meşiyaye, karibûye “nifşek”î nû biafirîne û wê jî wek Hawarê karibûye û bûye navendek, heta mirov dikare bibêje bûye “baregeh”ek. Piştî Rewşenê gelek kovarên din jî derketine, heta piştî navbereke dirêj ew bixwe jî dîsa derketiye, lê yekê ji wan jî nikaribûye wek Hawar û Rewşenê bibe navendeke hevpar. Ligel vê yekê jî, gelek hewl û xebatên pîroz ên ku heta niha hatine kirin û hîna jî tên kirin hene.

W teşwîqeke girîng bû

Kovara “W” jî yek ji wan hewlan e ku li ber dilê min pîroz e. W’ya ku 13 hejmarên wê yên pêşîn ji aliyê hinek nivîskarên serbixwe yên wek Dilawer Zeraq, Sîdar Jîr, Mem Mîrxan ve hat amadekirin û weşandin, ji hejmara 14’an heta ya dawîn, hejmara 53’yan a Tîrmeh – Gelawêjê ya ku di 2016’an de hat weşandin, ji aliyê kedkar û keddarên Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hat weşandin û belavkirin. Kovara W her çiqas qadên çand, huner û wêjeyê ji xwe re wek qadên xebatê diyar kiribin jî, giraniya nivîsên tê de wêjeyî bûn. Di çend hejmarên dawîn de dosyeyên li ser mijar û beşên wek sînema, wênegirî, wênesazî, şano, hwd jî hatine amadekirin.

Her çiqas hewl dabe ku di qada wêjeyê de bibe otorîte, belkî nikaribûye bibe otorîte lê hîna jî yek ji çavkaniyên herî dewlemend e. Kovara W’yê ji hejmara pêşîn ve xwe li gelek armancan edilandiye û di vê çarçoveyê de xebat kirine. Di hilbijartina nivîsên ji bo weşandinê de cudakariya erênî ji bo ciwanenivîskaran (nûnivîskaran), nivîskarên di zindanan de, nivîskarên jin hatiye nîşandan. Ligel ku hewlek hebûye “sernivîskarên xwe” biafirîne û afirandiye jî, bûye mala yekemîn a gelek nivîskarên vê dawiyê û kêm maye ku “nifşa” xwe biafirîne. Nûnivîskar, nivîskarên di zindanan de, nivîskarên jin ên vê dawiyê, bi giranî nivîsên xwe yên pêşîn ji ´W´yê re şandine û weşana nivîsên wan ên di W’yê de wek wergirtina îcazeta nivîskariyê dîtine û nivîsên xwe domandine. Edîtoryaya W’yê wek bêjingeke hûrik dîtine, erêbûna nivîsên xwe yên ji aliyê lijneya weşanê ya W’yê ve wek derbasbûna ji qûnaxeke girîng dîtine û bûye teşwîqeke girîng ji bo gelek kesan.

Çavkaniyeke xurt û arşîveke yekta ye

Ligel gelek karên bi vî rengî yên ku hatine kirin, yek ji armancên bingehîn ên W’yê jî ew bûye ku bibe “dayîk”ek û gelek zarok jê biwelidin. Di W’yê de gelek rexne/nirxandin, gotar, werger, berhemên berhevkirî, hwd hatine çapkirin. W’yê wek armanceke bingehîn hewl daye ku gelek kovarên din jê biwelidin û kovarên werger, rexne, bîrewerî, kovara folklorê, kovara zarokan, kovara nivîskarên di zindanê de, hwd ên qadî bên amadekirin lê mixabin di vê yekê de nikaribûye bi ser bikeve. 

Piştî gelek ezmûnan û xebatan, mixabin ji ber sedem/hincet û astengên ku li tevahiya cîhanê derketine pêşberî bi sedan/hezaran kovaran û derketine pêşiya W’yê jî û wê weşana xwe rawestandiye. 

Bêguman ji gelek aliyên cuda ve mirov dikare Hawar û W’yê bide ber hev, lê heke em bi tenê behsa nivîskarên ku tê de nivîsandine jî bikin, gelek cudahî di navbera wan de hene. Dema ku Hawar hatî weşandin pirsgirêkên dagirtina rûpelan hebûne û hinek kesan bi navên cuda nivîsên cuda nivîsandine ku hejmar bikaribe bê weşandin. Lê niha ji bo ti kovarê ev kêşe nîne û êdî bi sedan nivîskarên Kurd hene ku li bendê ne kovarên wek W’yê hebin û tê de binivîsin. Mixabin ji ber nebûna toreke belavkeriyê, buhabûna kaxiz û çapê, kêmbûna xwendina pirtûk û kovaran, zêde derketina pêş a medyaya dîjîtal, wekî din W’yê weşana xwe rawestandiye. Lê ji ber daneheva ku roj bi roj zêdetir dibe û bêrî û pêdiviya kovareke bi wî rengî, niha kes û saziyên ku derfetên wan dest didin, kovarên cuda derdixin û ev kovar baleke zêde dikişînin.

Ezmûn û xebatên wê yên bêhempa nikare ku di vir de bên gotin lê wek çavkaniyeke xurt û arşîveke yekta, 53 hejmarên W’yê, wek mîrateyeke hevpar a Kurdan û Kurdî di dîroka nêzîk de bi serbilindî, li ser textekî payebilind rûniştiye.

* Omer Fîdan – Edîtorê dawîn ê Kovara W’yê (Sekreterê Giştî yê Navenda PENa Kurd)

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.