Kovara Temaşe cara 7’an derçû

Nûçeyên Çand/Huner

În 18 Mijdar 2022 - 03:08

Kovara bi navê “Temaşe” a sînemayê ku dijîtal tê weşandin, bi hejmara xwe ya 7’an careke din derket pêşberî sînemahezan. Kovara “Temaşe” jî berga vê hejmara xwe weke gelek kovarên Kurdî vê mehê derçûn, cih daye Jîna Amînî.

Kovara “Temaşe” ji sê mehan carekê çap dibe û di kovarê de nivîsên bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî cih digirin. Di vê hejmarê de jî 12 nivîsên Kurmancî, 3 nivîsên Kirmanckî û nîvîsek jî bi şêwezarê Soranî heye. 

Di beşa Kirmanckî de Pinar Yildiz bi serenavê “Sînoran Ser ra Ver bi Keyeyî: Sînemaya Alî Kemal Çinarî” behsa sînemaya Alî Kemal Çinar kiriye. Her wiha Welat Ramînazadiyî jî bi mijarek cuda bi serenavê “Filmê Beatsî: Şiknayîşê Ezîktî û Ferdbîyayîş” li pêşberî xwînerên kovarê ye.

Di vê hejmarê de Armanc Dayan hevpeyvîneke berfireh bi derhêner Emîr Xulamiyî re kiriye ku tê de serpêhatiya Xulamiyî, rewşa sînemaya Rojhilatê û bi giştî behsa sînemaya Kurdî hatiye kirin.

Her wiha Engîn Sustam jî bi xwendineke akademîk, bi serenavê “li Xaçerêya Hêmayên Dekolonyal Sînemaya Kurdî” li ser taybetmendîya antî-kolonyal ya sînemaya Kurdî nivisiye.

Her wiha sînemavan Ardîn Dîren jî bi nivîsa xwe ya “Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas” de behsa sînemaya Jonas Mekas kiriye û manifestoya ku ji bo 100 salên sînemayê nivîsandiye, nirxandiye.

Hûn dikarin kovarê ji vir daxînin an jî bixwînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.