Kovara ‘Silava’ bi Kurdî û Erebî derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Adar 2023 - 01:44

Hejmara nû ya kovara “Silava” ya ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve tê derxistin, derçû.

Yekitiya Jinên Ciwan kovara ‘Silava’ ji weşanê re amade dike. Wê hejmara xwe ya yekem a îsal bi sernavê “Bê Serok jiyan nabe” derxist. Kovar bi Kurdî û Erebî weşanê dike.

Di hejmara wê ya nû de li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, salvegera şehadeta şehîd Viyan Soran û komkujiya Parîsê û têkoşîna şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî gotar hene.

Kovara Silava ji sala 2014’an ve weşana xwe dike û mijarên teorîk, civakî, polîtîk, ên têkildarî jinan, analîz, çand û hunerî tê de cih digirin.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.