Komeleya bi navê Kurdische Gemeinde Rhein Main (Civaka Kurd li Rhein Main) hejmara nû ya kovara “Şeva Yelda” çap kir.  Kovara “Şeva Yelda” bi dirûşmeya ''Hêvîdar bin, piştî reşê rewşen tê'' derket pêşberî xwînerên xwe.

Kovara Şeva Yelda di sala 2020’an de bi kadroyeke ciwan dest bi weşana xwe kiriye û hejmara pêşî di meha Îlonê de derxistiye. Kovar serê şeş mehan carekê tê weşandin û di Gulana 2021’ê de jî hejmara nû hat çapkirin. Kovar navê xwe jî ji roja 21ê Kanûnê digire, yanî şeva herî dirêj a salê ku bi navê “Şeva Yelda” tê pîrozkirin.  

Di kovara Şeva Yeldayê de nivîsarên li ser çand, ziman, edebiyat, erdnîgarî, muzîk û dîroka Kurdî cih digrin. Kovar bi temamî weşaneke kulturî dide ber xwe û ji 28 rûpelan pêk tê. Kovar li ser kaxiza herî bi qelîte û bi awayekî rengîn tê çapkirin. Her nivîs û gotar hem bi Kurdî hem jî bi Elmanî tê pêşkêşkirin.

Rêvebirên Kovarê sedema çapkirina bi du zimanan wiha tînin ziman, ''Li derveyî Kurdistanê gelek zarok bi Kurdî nizanin. Bi zimanên din jî nikarin xwe bigihînin agahiyên rast û durist ên derheqê Kurdan de. Me jî xwest ku hem ji bo zarokên ku bi Kurdî nizanin hem jî ji bo Elmanên ku dixwazin hînî kultura Kurdan bibin, kovara Şeva Yelda bibe çavkaniyek.”

Kovar li Elmanyayê û li welatên ku Elmanî lê tê axaftin bi riya abonetiyê tê frotin. Kesên dixwazin xwe bigihînin kovarê dikarin di ser e-peyama sevayelda@gmail.com re peywendiyê pê re deynin.

NAVENDA NÛÇEYAN