ZEYNEB ÎSA / NÛJÎNHA / QAMIŞLO

Rona Egîd a 14 salî, yekemîn pirtûkxaneya Kurdî ya bi navê “Rona” ya pirtûkên zarokan ava kiriye û ji bo firehkirina vê projeyê bi riya kovara xwe ya bi heman navî, dixebite. Rona Egîd ji Qamişloyê ye. Ew bi xêra Şoreşa Rojava bi zimanê Kurdî perwerde bûye û xwe bi pêş dixe. Ne tenê ev jî, wê xwest xizmeta ziman bike û ji bo zarokên siberojê rêyên alternatîf bibîne. Bi vê hezkirin û israrê, wê dikaribû yekemîn pirtûkxaneya Kurdî bi navê xwe ji bo pirtûkên zarokan veke. Rona têkildarî pirtûkxaneya “Rona” axivî.

Çanda xwendinê bi pêş dixe

Rona Egîd di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew beşdarî gelek pêşangehan bûye û wiha armancên xwe anîn ziman: “Beriya ku ez pirtûkxaneyê vekim, beşdarî pêşangehan dibûm. Sala yekem bi navê pirtûkxaneya Amara beşdar bûm, di sala duyem de bi navê pirtûkxaneya xwe Rona beşdar bûm. Her wiha ez beşdarî pêşangeha Şehîd Herekol bûm di her dewreya wê de li gel gelek pêşangehên din jî. Jixwe, piştî çend rojan ez ê peşdarî ya 7’an jî bibim. Pirtûkên di pirtûkxaneya min de bi zimanê Ingilîzî, Erebî, Kurdî hene tevî zaraveyê Soranî. Çanda xwendinê di nava civakê de lawaz e, armanca min ew e ku ez karibim çanda xwendinê bi pêş bixim.”

Dixwazim weşanxaneyekê jî vekim

Rona Egîd balê dibe ser kovara xwe ya bi navê ‘Rona’ ya ji bo zarokan û got; “Kesê yekemîn piştgiriya min kir, bavê min bû, wî alîkariya min kir di vî warî de heta ku gihîştim vê astê. Niha kovara min a bi nave ‘Rona’ ya ji bo zarokan heye, min hejmara 3’yan jî derxistiye. Di siberojê de dixwazim beşa pirtûkxaneya xwe li her bajarî vekim û dixwazim weşanxaneyeke bi navê Rona ji bo zarokan jî vekim. Berê hejmara pirtûkan di pirtûkxaneya min de nêzî hezar pirtûkî bûn lê niha kêm bûne ji ber ku alîkarî nayên, em nikarin pirtûkan bînin ji Bakur, ji ber wê jî niha tenê 300 hejmar hene. Em dixwazin alîkarî were ji bo ku em hejmara pirtûkan zêde bikin.”

Ji bo ziman fêr bikim hazir im

Rona Egîd bi daxwaza bipêşketinê ji bo her kesî, gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Min heta niha ti pirtûk nenivîsandiye, ez xwe di vî warî de bi pêş dixim, lê heta niha min pirtûk çap nekirine. Ji bo wê jî dixwazim xwe bi pêş bixim, heta ku tiştekî xweş çap bikim. Çi kesê ku kêfa wî ji kar re were û bi armanc kar bike, wê bigihîje armanca xwe. Ez jî her dem amade me ji bo wan, alîkariya wan bikim çi kesê ku fêrî ziman bibe, ez amade me, wan fêrî ziman bikim.”