Koordînasyon ji Iraqê re model e

Pêncşem 10 Tebax 2023 - 00:15

Serokê Partiya teqedim Seîd Betûş diyar kir ku Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ne tenê ji bo civaka Êzidî, lê belê ji bo tevahiya Iraqê hêz û modeleke nû ye.

Serokê Partiya Teqedim Seîd Betûş derbarê avakirina Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ji ANF'ê re axivî.

Seîd Betûş diyar kir ku koordînasyoneke bi vî rengî dikare pêşî li fermanan bigire û got:"Em ê hewldanên xwe dewam bikin ku vê koordînasyonê ji bo tevahiya Iraqê bikin mînak."

Statûya Şengal nas bikin

Seîd Betûş anî ziman ku gava wan a destpêkê ew e ku kesên destê wan di fermana 3'ê Tebaxê de hene li dadgehên Iraqê bêne darizandin û got;"Gava duyemîn jî ew e ku em ê zextê li hikumeta Iraqê bikin, ku statuya Şengalê nas bike. Em ê heq û hiqûqa dîlgirtiyên di destê DAÎŞ'ê de ji dewleta Iraqê werbigirin. Em ê hewl bidin ku malbatên 9 sal in li kampên Başûrê Kurdistanê vegerin ser warê xwe. Şengalî wê xwe xwe bi xwe bi rêve bibin. Em ne mihtacin ku kesek were ji Duhokê yan jî ser Besrayê parastina me bike, ku fîşekek teqiya baz bide. Em xwe bi xwe parastina xwe dikin û hêzên me yên parastinê hene, dikarin me ji her cûre êrîşa fermanê biparêzin. Ji ber ku megelek tecrûbe ji dema 3'ê Tebaxê wergirtine û em ê careke din nekevin wan şaştiyan."

Xelkê peyman qebûl nekir

Seîd Betûş bal bire ser Peymana 9'ê Cotmehê û got;"Êdî peyman bûye hebra li ser kaxezê û wê kes nikaribe vê yekê pêk bîne. Ji ber ev peyman ji malwêraniya Şengaliyan re hatibû amadekirin. Lê gelê me ew yek qebûl nekir. Niha gelek dewletan qirkirşna Êzdiyan weke Jenosîd nas kirine, lê ev yek tenê têr nake. Divê pratîk jî were pêkanîn. Konsoloxaneyên ku li Hewlêrê ne, pêkanîna Qirkirina Ezidiyan bi peymana 9'ê Cotmehê ve girê didin, ev yek nayê qebûl kirin. Êdi em ti peymanan li ser xwe qebûl nakin ku rengê me wek Şengalî tê de nebe." Serokê Partiya Teqedem Seîd Betûş herî dawî got;"Bila gelê me şiyar be, hîn jî komploger li ser erka xwe ne. Hîn xeterî li ser civaka me heye. Em tifaqa xwe pêk bînin da ku em karibin komployan têk bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.