Konvoyeke nû ya gel bi rê ket

Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:40

Li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê ku ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve dewam dike, nobeda berxwedana gel di roja 35’an de ye.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan ji 8’ê Çileyê ve li gorî koman nobeta parastina bendavê dewr digirin. Doh sibehê ji bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê yên kantona Cizîrê bi dehan kes ji bo biçin bendavê li Çerxerêya Panorama ya li bajarê Hesekê hatin gel hev. Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê Zehra Elî wê cihê xwe di çalakiya nobetê de bigire got:"Em diçin Bendava Tişrînê. Em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin. Parastina bendavê erka her kesî ye."

Şêniyê bi navê Botan Cizîrî yê ji Hesekê jî anî ziman ku serketina berxwedana Bendava Tişrînê serketina tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Jina bi navê Munewer Yûsif jî destnîşan kir ku bi êrişan nikarin îradeya gelên herêmê bişkînin û got:"Em ji bo piştgiriya bi YPJ û QSD’ê re diçin bendavê." Girse bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana QSD û YPJ’ê ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.

ANF/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.