• Di encama êrişa Îsraîlê ya pêr bi şev li dijî bajarê Refah ê Xezeyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di encama êrişa Îsraîlê ya pêr bi şev li dijî bajarê Refah ê Xezeyê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî artêşa Îsraîlê, di êrişê de Serokê Cîhada Îslamî Xalid Mensûr hatiye kuştin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî û Ewlehiya Neteweyî ya Xezeyê Îyad el-Bezm piştî êrişa li dijî avahiyeke li kampa penaberan a Eş-Şaut a Refahê ya Xezeyê, derbarê xebatên lêgerîn û xilaskirinê de agahî dan.

Îyad el-Bezm got, di encama lêkolînên li cihê buyerê de cenazeyê 7 kesan ku di nav de zarokekî 14 salî û du jin jî hene, hatine dîtin.

Tugaya Qudsê ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ye ragihand ku Serokê Cîhada Îslamî Xalid Mensûr bi şev di êrîşa Îsraîlê de hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê êrişên xwe yên li ser nuqteyên Tevgera Cîhada Îslamî yên li Xezeyê bidomînin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da zanîn ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Xezeyê de, zarokekî 5 salî û 2 jê jin jî di navê de 15 Filistîniyan jiyana xwe ji dest daye û 125 sivîl jî birîndar bûne.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Filistînê ji bo êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê îro dicive. 

NAVENDA NÛÇEYAN