Li nehiya Sinûnê ya Şengalê bi tevlîbûna 250 delege û 500 mêvanan, kongreya 4’an a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ), bi hilbijartina 21 endamên rêveberiya partiyê bidawî bû.

Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, berpirsên leşkerî, serokeşîrên Êzîdî û Ereb, oldarên Êzîdî, nûnerên YNK’ê, Partiya Pêşverû, nûnerên Şîayên li Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê tevlî kongreyê bûn.

Di kongreyê de ji bo paşeroja Şengalê peyamên gelekî girîng hatin dayîn û aliyên beşdarî kongreyê bûn, helwesta PADÊ ya ji bo yekîtiya partiyên Êzîdiyan nirxandin û kongre pîroz kirin.

Li ser hemû kar û xebatên PADÊ yên demên derbasbûyî nirxandin hatin kirin, herî dawî endamên meclîsa rêveberiya PADÊ ku ji 21 kesan pêk tê hat hilbijartin. 

Hêjayî gotinê ye, ji van 21 kesan 5 jê jin in û ev cara yekemîn e ku li ser asta Êzdîxanê 5 jin cihê xwe di rêveberiya partiyeke siyasî de digrin.

Endamên rêveberiya PADÊ yên nû li ser bîr û baweriyên Êzidiyan sond xwarin û kongre bidawî bû. 

Hevserokên PADÊ yên nû û cîgirên wan, wê di yekemîn civîna piştî kongreyê de werin hilbijartin.

ROJNEWS/ŞENGAL