Kongreya Yekemîn a Hewcedarên Pêdiviyên Taybet a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin. Di kongreyê de mijarên mirovî, civakî, qanûnî, tenduristî û perwerdehiyê hatin nîqaş kirin. Di kongreyê de gelek pêşniyarên weke vekirina holên werzişê, navendên terapiyê û piştgiriya derûnî hatin kirin.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû ku wê ji bo li ser were nîqaş kirin û derbasî pratîkê bibe, ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re were pêşkêşkirin.

Encamname wiha ye:

* Amadekirina rêziknameya nivîsgeha hewcedarên pêdiviyên taybet.

* Amadekirina reşnivîsa qanûnekê ji bo hewcedarên pêdiviyên taybet.

* Divê tevahî rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê quta diyarkirî ya hewcedarên pêdiviyên taybet pêk bîne û divê ev ji aliyê nivîsgehan ve were şopandin.

* Yekkirin û çalakkirina beşa li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

* Divê rêxistin piştgiriya hewcedarên pêdiviyên taybet bikin.

* Divê hewcedarên pêdiviyên taybet tevlî tevahî qadan bên kirin û têkildarî qadên girêdayî çarenûsa hewcedarên pêdiviyên taybet, qanûn bên amadekirin û di hin cihan de bên guhertin.

* Belavkirina lihevkirinên taybet ên hewcedarên pêdiviyên taybet, bi rêya metaryal, dezgehên çapemeniyê yên fermî.

* Çalakkirina rola çapemeniyê û pêşkêşkirina bernameyên taybet ên hewcedarên pêdiviyên taybet.

* Ji bo berjewendiyên hewcedarên pêdiviyên taybet, koordîne bi tevahî desteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were kirin.

ANHA/MINBIC