Kongreya bi ruhê şerê gel

Duşem 20 Hezîran 2022 - 22:36

  • Kongreya 9`an a PYD`ê ji ber ku cudakirina dengên ji bo endamên Meclisa Giştî ya partiyê hat pêşniyazkirin, doh bi dawî nebû, rojek li kar û xebata wê hate zêdekirin.

Kongreya 9`an a PYD`ê ji ber ku cudakirina dengên ji bo endamên Meclisa Giştî ya partiyê hat pêşniyazkirin, doh bi dawî nebû, rojek li kar û xebata wê hate zêdekirin. Doh deng hatin cudakirin û Komîteya Disîplînê hat hilbijartin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna encamnameya kongreyê nehatibû ragihandin. 700 delege beşdarî kongreyê bûn.

Kongreya 9`an a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin" li Hesekê hat lidarxistin. Rapora salane û ya xebata partiyê ya dewreya derbasbûyî hatin xwendin û rêzikname hat erêkirin, Asya Ebdullah û Salih Muslim jî pêr weke hevserok hatin hilbijartin û ji bo bernamzetên meclîsa giştî ya partiyê jî dengdan pêk hat.

Kar û xebata kongreyê sê rojan dewam kirin. Doh dengên ji bo endamên Meclisa Giştî ya partiyê ya ji 145 kesan, hatin cudakirin, Komîteya Disîplînê ya partiyê hat hilbijartin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû encamnaemya kongreyê bê eşkerekirin. 

Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserok

Di roja diduyê ya kongreyê de yanî pêr, Asya Ebdullah û Salih Muslim weke hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.