Kongre li dijî siyaseta dewleta Tirk e

Yekşem 12 Kanûn 2021 - 23:21

  • Şemiya bihurî Konferansa Kurd-Ereb li paytexta Iraqê Bexdayê hate lidarxistin. Di encamnameya konferansê de pêwîstiya bi diyalog û zelaliyê hate destnîşankirin.

Şemiya bihurî Konferansa Kurd-Ereb li paytexta Iraqê Bexdayê hate lidarxistin. Di encamnameya konferansê de pêwîstiya bi diyalog û zelaliyê hate destnîşankirin.

Konferansa Kurd-Ereb a li bexdayê, bi sernavê “Ber bi diyaloga Kurd-Ereb a serketî ve” bi rê ve çû. Akademiya Fikr û Siyaseta Demokratîk pêşengî ji konferansê re kir, Komeleya Azadî piştgirî da û Kurdên Feylî, endamên Komeleya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengalê û Komeleya Dostaniyê ya navenda wê li Ewrûpayê, tevlî bûn.

Konferansa ku roja Şemiyê pêk hat, bi encamnameya ji 11 xalan bi dawî bû.

Di encamnameya konferansê de hin xisûsên sereke li jêr in:

-Kongre weke rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêk û nakokiyên li Iraq û Rojhilata Navîn di rêya diyalogê de dibîne. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi projeya neteweya demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê heye.

-Kongre hevdeng e li gel hemû mijarên jinan yeksaniya li gel mêran a di warên cuda de. Her wiha hemû cûreyên şidetê yên li beramberî jinan red dike. Girîng dibîne ku jin di hemû waran de çalak bin.

-Kongre siyaseta dewleta Tirk a bi hişmendiya Osmaniya Nû ku dixwaze li herêmê pêk bîne û ol wek amrazeke ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, red dike.

-Desthilata takekesî, dîkdatorî, tak hizbî û siyaseta navendîbûnê di avakirina dewleta hemwelatîbûnê de li ser bingehê nasnameya neteweyî ya Iraqî bi bin ketiye.

-Demokrasî, federalîzim, îdareya ne navendî û xwerêveberiya pêkhateyan li welat wê bibe bingehê bipêşketin û azadiyan.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.