• Li bajarê Katalanyayê Barcelonayê, Konferansa Înternasyonalîst a Katalan a 1’ê tê lidarxistin. 

Li bajarê Katalanyayê Barcelonayê, Konferansa Înternasyonalîst a Katalan a 1’ê tê lidarxistin. Konferansa bi navê "Parastina Şoreşa Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk" doh destpê kir û sibe jî dewam bike. 

Herêma Xweser a Katalan a Spanyayê mêîvandariya vê çalakiya giring dike. Konferansê doh êvarê dest pê kir û ji welatên cuda yên cîhanê gelek înternasyonalîst tevlî dibin. Armanca esasî ya konferansê ew e ku di navbera Katalanya û Kurdistanê de pirekê ava bike.

Konferans di salvegera 86'an a Şoreşa Spanyayê ku di 19'ê Tîrmeha 1936'an de destpê kir û di salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojava de ku 19'ê Tîrmeha 2012'an destpê kir, tê lidarxistin. 

Di metna bangawaziyê ya konferansê de îşaret bi gavên dîrokî yên Şoreşa Rojava hate kirin û li ser armanca konferansê hate gotin, "Şoreşa Rojava bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd pêk hat, ji bo şoreşgerên li cîhanê bû referansek.

Di nava 10 salan de ku bi xwîna şehîdan û xwêdana gelek mirovan hate afirandin, li cîhanê bi gelek mirovan re kar hate kirin, têkilî hatin danîn û xurtkirin. Di konferansê de li dijî hevkariya şirket û saziyên dewletên rojavayî, karên ji bo mezinkirina têkoşîna hevpar wê bêne nirxandin."

Konferansê doh bi beşeke li ser nirxandina modela jinê ya Şoreşa Rojava dest pê kir. Di bernameya îro (şemî) de jî bi giranî karên ji bo parastina Kurdistanê tên nirxandin. Sibe (yekşemê) jî têkildarî aliyên Şoreşa Rojava yên karê îdeolojîk ên têkoşîna şoreşger gotar werin pêşkêş kirin, nîqaş bêne meşandin. 

Bi rêya e-maila li jêr agahiyên berfireh têkildarî konferansê dikarin bêne wergirtin:

conferenciacd@riseup.net 

NAVENDA NÛÇEYAN