Konferansa Xwendekarên Azad

În 4 Mijdar 2022 - 00:57

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Konferansa Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) a 3´yan bi diruşmeya ‘Li hember dagirkerî û faşîzmê, bi ruhê Rûken û Sarayan têkoşînê mezin bikin’ û bi tevlîbûna sedan xwendekaran û mêvanan pêk hat.

Konferans li hola konferansan a wargehê pêk hat û hol bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, 17 şehîdên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, Şehîd Sara û Rûken û gelek pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat xemildanin.

Konferansa 3´yan a YXA’yê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yûsif Kara axaftina destpêkê kir.

 

Vîna ji pola dê nehêle dijmin bi ser keve!

Yûsif Kara destpêkê Konferansa 3´yan a YXA’yê diyarî Rêber Apo, Şehîdên Zapê û tevahî ciwanên welatparêz kir û got, “Ji bo civakeke azad, ciwanên azad pêwîst in. Xwendekarên me li hemberî pergala desthilatdar, di pergaleke demokratîk de xwe perwerde dikin. Em wek civaka Mexmûrê xwedî rûmeteke mezin in, ji ber ku em xwedî şervanên wisan in yên ku bi salan e li hemberî çekên kîmyewî şer dikin. Em di heyveke pîroz de ne. Salvegera damezrandina partiya me nêz dibe. Ji bo wê, divê em bi ruhê Sara û Rûkenan hertim têbikoşin û têkoşîna xwe xurt bikin. Dijmin dixwaze vîna me bişikîne û pergala me têk bibe. Ji bo ku bigihîje armanca xwe, di nava hewildaneke mezin de ye. Li Îmraliyê tecrîdê giran dike, li çiya kîmyabaranê zêde dike û li Memxûr, Şengal û Rojava êrişan dike. Lê dijimin wê bi ser nekeve. Ji ber ku em xwedî vîneke ji pola ne. Di vê pêvajoya hesas de, pêwîstî bi tifaqê û yekitiyê heye. Hêvî û bendewariyên me, ciwanên me ne.”

Piştre dîwana konferansê hat hilbijartin û rojeva konferansê hat diyarkirin.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.