Konferansa Roja Sor a Kurdistanê
Yekşem 8 Gulan 2022 - 21:33
- Saziya Roja Sor a Kurdistanê ku li welatê Swêd kar û xebatên xwe dimeşîne, doh li bajarê Stockholmê yekemîn konferansa xwe pêk anî.
Saziya Roja Sor a Kurdistanê ku li welatê Swêd kar û xebatên xwe dimeşîne, doh li bajarê Stockholmê yekemîn konferansa xwe pêk anî.
Konferans, bi beşdariya tevayî xebatkarên Roja Sor a Kurdistanê ya li welatê Swêd pêk hat. Nûnerên Roja Sor a Rojava Kemal Dilbas û Xelat Alî bi riya Skype beşdarî konferansê bûn û li ser rewşa kar û xebatên Roja Sor a li Rojavayê Kurdistanê agahî dan. Nûnerê Roja Sor a li Swêd Mirze jî li ser hevgirtin û têkiliyên xebata saziya li Swêd a bi saziya li Rojava re got: ''Roja Sor a Kurdistanê ne tenê ji bo Rojava, di heman demê de ji bo gelê li Rojhilat, Başûr, Bakur û her wiha ji bo kesên di girtîgehan de jî dibe alîkar.''
Di berdewamiya konferansê de li ser rê û rêbazan kar û xebatên saziyê hate gotin; ev sazî ji bo tevayî gelê Kurd weke dergeheke hêviyê ye ku bi riya alîkariya saziyê bikaribin desttengî û pirsgirêkên xwe yên jiyanî pêk bînin. Her wiha biryar hate girtin ku di pêşerojê de ji bo saziya Roja Sor a Kurdistanê li Rojavayê Kurdistane cihek were avakirin û her wiha medya civakî bi awayeke hîn xurttir were bikar anîn.
STOCKHOLM