Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd
Çarşem 18 Hezîran 2025 - 03:05
Bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” 3’yem Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd tê lidarxistin. Endama platformê Devrîm Demîr, bal kişand ser konferansê û got: “ Bangawaziya min ev e ku hemû jinên ku xema wan a civakî hebe, xemeke wan a nasnameya jinbûyîn an jî neteweyî hebe bila bibin aliyekî vê pêvajoyê.”
Platforma Yekîtiya Jinên wê di 21-22 'ê Hezîranê de li Amedê Konferansa xwe ya 3’yemîn bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li dar bixe. Amadekariyên konferansê didomin. Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd û di heman demê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin Devrîm Demîr derbarê armanca platformê, lidarxistina konferansê de axivî.
Perspektîfeke hevpar
Devrîm Demîr, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca avabûna platformê û got: “Armanca avakirina platformê di meseleya kar û xebata jinên kurd de, avakirina perspektîfeke hevpar bû. Di çarçoveya perspektîfeke hevpar de, li ser azadiya jinê de xwedî gotinek be, gotineke hevpar bê afirandin platform hat avakirin. Li hember hemû pirsgirêkên jinê, di aliyê tundiyê de, di aliyê nasnameyê de, di aliyê civakî de li hember van pirsgirêkan de gotineke hevpar, ji bo ku reflekseke hevpar ên jinên kurd hebe platform hat avakirin.”
Bibin aliyê vê pêvajoyê
Devrîm Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî li dar xistina konferansê dê xebatên me bidomin. Ev platform ji bo ku xwe her tim mezintir bike dê di nava hewldanan de bin. Bangawaziya min ev e ku hemû jinên ku xema wan a civakî hebe, xemeke wan a nasnameya jinbûyîn an jî neteweyî hebe, an jî li hember polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê xwe, li ser çanda xwe xemek wan hebe, xemek wan a neteweyî hebe bila bibin aliyeke vê pêvajoyê.”
JINNEWS/AMED/LEYLA AYAZ/ROJDA AYDIN