Encamnameya konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd
Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:15
Platforma Yekitiya Jinên Kurd encamnameya 3’emîn konferansa xwe ya ku pêk anî aşkera kir.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Amedê bi dirûşmeya “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” sêyemîn konferansa xwe li Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê (DTSO) pêk anî. Ji her alî jin tevli konferansê bûn. Flamayên bi Kurdî, Tirkî , bi zaravayên Kurdî, Soranî û Dimilkî yên ‘jin jiyan azadî’, ‘Ciniyê cuye azadî’ hatin daliqandin.
Piştî axaftin û atolyeyan encamname aşkera kir.
Encamname konferansê wiha ye:
“Me wek Palatforma Yekîtiya Jinên Kurd ya Bakur 3’yemîn Konferansa xwe di 21-22 yê Hezîrana 2025’an de, bi şîara “ BI YEKÎTIYA JINÊ, BER BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ VE” bi tevlîbûna 101 delegeyan li Amedê li dar xist.
Konferansa me ya 3’yemîn bi armanca ku rol û mîsyona Jina Kurd a di warê avakirina yekîtiya neteweyî, parastina çand û zimanê Kurdî, parastina nirxên civakî û avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk binirxîne û bi îradeyek hevpar nexşeriyeke têkoşînê diyar bike civiya.
Dîrok bi berxwedêriya jinê bi wate bûye; ax di destê wê de veguheriye hilberînê. Jin; a ku dengê xwezayê bihîstiye, jiyan bi hîsek bê dawî xwedî kiriye û her aştî parastiye ye. Ev heqîqeta ku di bîra berxwedanê ya jinên kurd de veşartî ye, îro bûye çirûska riya azadiya mirovahiyê jî.
Jina Kurd, di tevahiya dîrokê de hem li dijî kokonyalîzmê û hem jî li dijî desthilatdariya patrîyarkal têkoşiya ye; bedena xwe, nasnameya xwe û xwezaya xwe parastiye û pêşengtiya rêwîtiya azadiya gelekî kiriye.
Ev konferans banga veguhêstina mîrateyeke qedîm a ji rabirduyê ber bi dahatuyê. Banga mezinkirina rola jinê ya di avakirina aştî û birêxistinkirina civakî de ye.
Ji ber ku em baş dizanin: heta jin azad nebin civak azad nabe, heta xweza neyê parastin jiyan ava nabe û aştî beyî jinê pêk nayê.
Di pêvajoyeke ku Rojhilata navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û şer û pevçûnên li ser gel, ol û baweriyan pêk tên de, lidarxistina vê konferansê hêviyên me jinan ên ji bo siberojê, mezintir dike. Desthilatdarên cîhan û herêmê, çawa ku bi sedan sal e li ser erdnîgariya herêmê û bi taybetî jî li ser Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe, bûne sedema qirkirina çand, ziman , nasname û baweriya gelan û her wiha talan û tunekirina xwezayê, polîtîkayên xwe îro jî didomînin.
Nexşeriya ku di serî de gelê Kurd û hemû gel û baweriyên cuda pê bibin xwedî mafê hevpar û wekhev yên jiyanî û nasnameyî, Nexşeriya ku rêzdar Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi navê “Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk” îlan kir e.
Erk û berpirsiyariya me Jinên kurd jî ew e ku em ji bo mîsogerkirina daxwaz û mafên gelê xwe, li vê bangê xwedî derkevin.
Em jin dizanin ku zîhniyeta partriyalkar li ser bingeha şer û tundiyê ava bûye û roj bi roj vê pergala xwe xurt dike û wê dide jiyîn. Têkoşîna ku heta niha jinan bi hêza xwe ya cewherî ya bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” li hember zilm û zordariya vê pergalê dane, dikare komkujiya li ser gelan , şer û tundiya nava civakê jî rawestîn e û rê li ber aştiyê veke.”
NAVENDA NÛÇEYAN