Jin wê dîplomasiya yekitiyê bikin
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 02:25
Platforma Yekitiya Jinên Kurd di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê 3’yemîn Konferansa xwe li dar xist. Wekîla berê Mulkiye Bîrtane ku tevlî konferansê bûbû, têkildarî konferansê û rojevên derketin pêş axivî. Mulkiye Bîrtane, diyar kir ku di konferansê de li ser pirsgirêkên jin dijîn sekinîne lê rojeva wan a sereke Yekitiya Neteweyî ya Gelê Kurd û aştî bû. Mulkiye Bîrtane, destnîşan kir ku di konferansê de pirsa “Gelo wê jin di pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de çawa cih bigirin” jî bersivand û got:“Konferans piştî 6 salan hat lidarxistin û nirxandinên girîng derketin pêş. Vê jî hêvî da me.” Mulkiye Bîrtane, daxuyand ku di demeke Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin û Şerê 3’yemîn ê Cîhanê tê jiyîn de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO re pêvajoye hatiye destpêkirin û got:“Rola jinan a di aştiyê de zêde ye. Dema jinan dersoka xwe avêtin erdê, şer bi dawî dibe. Di xwezaya jinan de edalet û azadî heye. Gelo wê niha di pêvajoya aştiyê de bi roleke çawa rabe? Ev hate nîqaşkirin.”
Malbata demokratîk
Mulkiye Bîrtane anî ziman ku her kes êdî li ser mijara “gelo wê civaka demokratîk çawa ava bibe” diaxive û got:“Ev demekî dirêj e em dibêjin ‘malbata demokratîk.’ Ji ber ku heke malbat demokratîk bibe dê bi xwe re civakeke demokratîk biafirîne. Civak, ji şexsan pêk tê. Heke ev kes demokratîk nebin, wê civakê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bihêlin. Heke dayik û bav di nava malbatê de demokratîk nebin, ev bandorê li zarok, tevahiya malbatê û civakê dike. Heke malbat azad nebe, civak jî azad nabe. Em her tim dibêjin ‘Heke jin azad nebe civak jî azad nabe.’ Jin, ji bo azadiyê têdikoşin lê divê ji bo veguherandina pergala mêrê serdest, jin û zilam bi hev re têbikoşin. Divê her du bi hev re hev azad bikin. Dema hejmara malbatên demokratîk zêde bû jî ev yek wê bibe zemîna avakirina civakeke demokratîk.”
Civaka hildiberîne azad e
Mulkiye Bîrtane, got ku rastiya civakeke ji hilberandinê dûr hatiye xistin heye û got:“Civakeke tenê dimezêxe heye. Civakeke hildiberîne, rê li ber civakeke demokratîk vedike. Li Kurdistanê gelê me koçî cihên cuda dikin. Heke em bikarin li ser vê xaka qedîm û bi bereket hilberînê bikin, wê demê dê bi avabûna aboriyê re civakeke demokratîk jî çêbibe. Di civakeke demokratîk de tu kes tundiyê li tu kesekî nake.” Mulkiye Bîrtane, da zanîn ku konferansa wan li ser bingeha yekitiya neteweyî hate kirin û got:“Konferansa yekitiya neteweyî ya Kurd di sala 2010’an de li Amedê û di 2012’an de jî li Hewlêrê hate kirin. Wê demê ez di nava xebatan de bûm. Hêviyeke mezin da civakê lê piştre ev xebat sekinîn. Her çend kêm jî bin niha çendek gav tên avêtin. Hemû aliyên Kurd lihev kirin ku bi hikûmeta Sûriyeyê re hevdîtinan bikin. Em dikarin vê, li her çar parçeyên Kurdistanê bikin. Jin wê dîplomasiya vê bikin. Di bingeha vê dîplomasiyê de jî wê yekitiya neteweyî hebe.”
MA/MUJDAT CAN