Konferans dîrokî bû

Şemî 31 Gulan 2025 - 03:05

Parlamenterên Jin ên Kurd ku li Amedê 2 rojan beşdarî konferansê bûn, biryar girtin ku ked, tecrûbe û xebaten xwe di bin torekê de kom bikin û pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29'ê Gulanê de li Amedê 1'emîn Konferans Parlamenterên Jin ên Kurd li dar xist. Aktîvîsta TJAyê Mizgîn Irgat, anî ziman ku konferanseke serkeftî bû û got: “Di konferansê de mijara yekîtiya neteweyî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê derket pêş.”

Pêdivî bi yekîtiyê heye

Aktivîsta TJAyê Mizgîn Irgat têkildarî armanca konferansê û niqaşên ku di konferansê de derketin pêş. Mizgîn Irgat ewil li ser armanca konferansê rawestiya û wiha got: “Ji bo yekîtiya neteweya Kurd, pêdivî bi yekîtiya jinên Kurd heye. Dîsa li dijî tundiya li ser jinan pêdivî bi rêxistinkirin û parastina jinan heye. Li dijî hişmendiya baviksalarî û zayendperestî bi salan e têkoşînek heye. Bi salan e zext li ser jinê didomin. Li dijî vê ferasetê têkoşînek xurt jî heye. Her roj derbas dibe, berxwedan mezintir dibe. Em dibînin ku dema jin yekîtî û pergala xwe ava bike, pirsgirêkên civakê jî çareser dike.”

Konferans dîrokî bû

Herî dawî Mizgîn Irgat diyar kir ku piştî niqaşên du rojan encamnameya konferansê bi raya giştî re hat parvekirin û wiha bi dawî kir: “Îro çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk tê niqaşkirin. Jin ji bo çareseriya demokratîk bi biryar û kelecan in. Jinên ku erka parlamenteriyê hilgirtine ser milê xwe, hewl didin ku ji pirsgirêkên civakê re bibin bersîv. Ji niha û şûnde divê ji berê xurttir û bêtir bi rêk û pêk karibin vê peyvirê pêk bînin û vî barî hilgirin. Ji bo karibe li dijî tundiya li ser jinê û wekheviya civakê divê bêtir têkoşînê xurt bike. Dîsa erka duyemîn jî divê ji bo yekîtiya neteweyî bêhtir bi rêk û pêk bixebite û erka xwe bi cih bîne. Jin çawa dikarin bibin pirek mezin û çawa dikarin vê nexşeyê vekin û çawa dikarin li çar aliyan xebatên xwe pare bikin. Konferanseke dîrokî bû.”

AW/AMED/VEYSEL AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.