Konferansa yekitiyê watedar e
Duşem 23 Hezîran 2025 - 03:05
Beşdarên konferansa jinan a li Amedê pêk hat, bal kişandin ser girîngiya konferansê û gotin, "100 sal in li çar deveran, bi taybetî li Bakur, êrîş hene. Bi vî awayî, ev konferans pir watedar e."
Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Amedê di 21 û 22’ê Hezîranê de bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” roja yekemîn a konferansa xwe ya 3'yemîn li dar xist.
Candan Uluer û Perihan Agaoglu yên beşdarî 3'yemîn konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bûn, derbarê wate, girîngî û armanca konferansê de nirxandin kirin.
Em ê tiştên çêtir bikin
Candan Uluer da zanîn lidarxistina vê konferansê pir bi qîmet e. Candan Uluer ev tişt got: "Di vê pêvajoya aştiyê de, pir girîng e ku hemî jinên Kurd, ne tenê komek ji partiyek siyasî lê jinên ji hemî deveran bi hev re tiştekî bikin. Ger em bigihîjin bêtir jinan, ez difikirim ku em ê tiştên pir çêtir bikin."
Konferans pir watedar e
Perihan Agaoglu, ku delegeya konferansê bû, got, "Ger pêvajoya heyî bi kûrahî were nirxandin, dê zemînek baş ji bo azadkirina civakê were afirandin. Têkoşîn, berxwedan û îradeya jinên Kurd derketiye pêş, ji duh heta îro jinên kurd dev ji têkoşînê bernedane."
JINNEWS/AMED/ŞEHRIBAN ASLAN/GULISTAN GULMUŞ