Konferansa Navneteweyî pêk tê

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 02:10

Zanîngeha Kobanê Konferansa Perwerdeyê ya Navneteweyî a Yekemîn a "Veguherînên Perwerdeyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn" pêk tîne. Konferans 19-20ˈê Cotmehê pêk tê.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim diyar kir ku hîndekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê beşdarî konferansê bibin û mamosteyên ji DYE, Ûrûguay, Yemen û Lîbyayê jî wê bi rêya online beşdar bibin.

Li gorî Muslim, di konferansê de wê mijarên ‘teknolojiya perwerdeyê û veguherîna dîjîtal, pirsgirêkên perwerdehiyê yên di saziyên perwerdehiyê de û rêbazên çareseriyê, pêşxistina behreyên jiyanî û pîşeyî, lêkolîn û nûbûn di perwerdeyê de’ werin şîrovekirin. Şervan Muslim armanca konferansê wiha da zanîn:"Pevguhertina ezmûnan di navbera sektor û saziyên perwerdeyê yên cihêreng de, fêmkirina çawaniyên pêşxistina rêbazên perwerde û fêrkirinê, piştgirîdayîna lêkolînê di warê pêşkeftina teknolojiya perwerdeyê de, baştirkirina rêbaz û amûrên di perwerdekirinê de têne bikaranîn, nasandina xebatên zanîngehên Bakur û û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina wan, çavdêrîkirina kalîteya xwendinê bi awayekî ku hevsengiyek di navbera hejmar û kalîteya xwendinê de pêk bîne."

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.