Konferans komploya li dijî Êzîdiyan e

În 19 Çile 2024 - 00:49

Di 18’ê Çileya 2024’an ango doh li Parlamenta Eyaleta Nordrehîn Westfalen (NRW) a Elmanyayê bi sernavê ‘lihevkirinê’ kombûnek pêwîst bû bihata lidarxistin ku PDK yek ji beşdarên wê ye û têkildarî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an pêk tê. Lê li ser nerazîbûna xelkê Êzîdî, konferansa ku pêwîst bû pêk bihata, hate paşxistin. Rêxistina bi navê ‘Civaka Kurdên Ewrûpayê’ ya ser bi PDK’ê, bêyî sedemekê nîşan bide, li ser hesabên xwe yê medya dijîtal ragihand ku, wan ji bo demeke ne diyar, konferans paş xistiye. 

Civaka Êzîdî bi taybetî jî Şengalî dibêjin, heta ku jinên hatine revandin neyên rizgarkirin, gorên komî neyên vekirin û berpirsyarên fermanê neyên darizandin lihevkirin nabe, lewma li ber vê kombûnê radibin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li ser mijarê li Meclîsa Gel a Dugirê ya Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka TAJÊ Rîham Hico daxuyanî da û bang li her kesî kir ku tevlî vê kombûnê nebin û nebin şirîkê xayinan.

Di daxuyaniyê de kombûn hate şermezarkirin û kombûn weke komplo û kiryarek li dijî civaka Êzîdî hate pênasekirin.

Rîham Hico got:“Civaka Êzîdî, jinên Êzidî çima ev peyman red kirin? Ji ber ku ji derveyî Êzîdiyan gelek alî di nava vê peymanê de hebûn. Ew peyman li ser Êzidiyan hate kirin û ji roja destpêkê ve em li ber rabûn. Li dijî peymanê me li Şengalê berxwedaneke mezin kir. Armanca peymanê bê îradekirina civaka Êzîdî ye. Dixwazin civaka Êzidî vegerînin rewşa beriya sala 2014’an.” Rîham Hico destnîşan kir ku pirsgirêka civaka Êzîdî bi netewe û baweriyeke cuda re nîne û got, “Ti pirsgirêk di navbera Êzidî û Ereban de nîne. Hin kes an jî eşîrên tevlî DAIŞ’ê bû ne em ê hesab ji kesayet an jî eşîran bipirsin. Hesab ji civakê nayê pirsîn û ti pirsgirêkeke me bi vî rengî nîne. Diyar e ku di wê konferansê de li hevkirinek bê kirin û aliyê ku xwe vedişêre jî PDK ye. PDK dixwaze xwe bê sûc nîşan bide, xwe ji fermanê bişo, dixwaze xwe ji hevkarî û xiyaneta 3’ê Tebaxê bişo û ser kiryarên xwe bigire. Em vê red dikin û kesên tevlî dibin jî weke şirîk dibînin.”

Ti pirsgirêkê me bi civakan re nîne

Rîham Hico di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesên xwedî xîret kir ku beşdarî konferansê nebin û wiha got: “Kesên ku tevlî konferansê dibin wê berpirsê peymanê jî bin. Çawa ku me peymana 9’ê Cotmehê red kir û her kesên tevlî peymanê bûbûn wek beramberî civaka Êzîdî dît, em ê li dijî kes û aliyên ku tevlî vê konferansê bibin jî derkevin. Em tu tifaqên derveyê îradeya me qebûl nakin. Ji aliyê din ve tu dijminatiya me bi civakek re nîne ku em li hev bikin, dijminê me diyar bû û aliyên ku hevkarî kirin diyar bû. Ti pirsgirêka me bi civakan re nîne.  Em wek civaka Êzîdî li ser esasê bi hev re jiyîn, xwişk û biratiya gelan, xebatên xwe dimeşînin. Ji bo vê em cardin diyar dikin, em vê komployê red dikin, wê tu carî pêk neyê û her kesên ku tevlî bibe jî berpirsyar e.” Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bimire xiyanet’ bi dawî bû.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.