• Ji TEVDEM´ê Osman Xelef bang li dîplomatên Kurd kir da ku zend û bendan badin û got, “Ji ber ku li pêşberî wan erkên zehmet hene, divê îsbat bikin ku Kurd ne terorîst in, berovajî wê aştîxwaz in. 

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Herêma Firatê Osman Xelef got, lihevkirina Madrîdê komployeke nû ye li dijî Kurdan û dem dema xebatên dîplomasî ye.

Osman Xelef got, "Projeya Kurdan demokratîk e û ne li gorî projeyên wan dewletan e ku hewl didin hegemoniya xwe li herêmê ferz bikin."

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêma Firatê Osman Xelef lihevkirina li paytexta Spanyayê Madrîdê ya di navbera dewleta Tirk, Swêd û Fînlandiyayê de nirxand. Osman Xelef got, peyman hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye. Osman Xelef peyman şermezar kir û bang li Kurdan kir da ku li hemberî encamên van lihevkirinên ku li dijî wan in, hişyar bin.

Şer berjewendiya dewleta Tirk e

Osman Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina Kurdan di aliyên siyasî û leşkerî de her derfetê bi kar tîne û naxwaze li herêmê aştî misoger bibe: "Ji berjewendiyên dewleta Tirk e ku şer dewam bike. Lihevkirina Madrîdê komployeke siyasî ya nû ye li dijî Kurdan. Çaxê ku miletek bi terorê tê tawanbarkirin û dewletên endamên NATO`yê destekê didin vê biryarê, wateya wê ew e ku komployeke pirr mezin heye û divê Kurd li beramberî wê hişyar bin."

Osman Xelef destnîşan kir ku projeya Kurdan a demokratîk ne li gorî berjewendiyên wan dewletan in yên ku hewl didin hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bikin, lewma jî her alî êrişî Kurdan dike, nexasim dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze wan wekî terorîst bide xuyakirin û pê re dagirkeriya xwe li herêmên wan rewa bike.

Dîplomatên Kurd zend û bendan badin

Osman Xelef bang li dîplomatên Kurd kir da ku zend û bendan badin û got, “Ji ber ku li pêşberî wan erkên zehmet hene, divê îsbat bikin ku Kurd ne terorîst in, berovajî wê aştîxwaz in. Heger vê nekin, dê bi komployên li dijî wan tên sazkirin re rû bi rû bimînin."

Hevserokê TEV-DEM a Herêma Firatê Osman Xelef durûtiya navneteweyî ya li hemberî Kurdan û doza wan şermezar kir û got, "Ji ber ku Kurdan terora DAIŞ’ê têk bir û da ku cîhan ewle be bi hezaran keç û xortên xwe dan. Ji lewra ev gel vê înkarê ji aliyê cîhanê ve heq nake.”

Nîşana îflasa siyasî ye 

Der barê gefên dewleta Tirk  a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Osman Xelef got, daxuyaniyên rayedarên Tirk îsbata îflasa wan a siyasî ye û ji bo derketina krîzên hundirîn e. Xelef wiha peyivî: “Ji ber siyaseta wan a binketî ku nikarin pê welat bi rêve bibin, dixwazin bala gelê xwe bikişînin derve û bi rêya tirsandina şêniyan tevlîheviyê derxin.”

Fînlandiya, Swêd û Tirkiyê di 28`ê Hezîrana bihurî de li paytexta Spanyayê Madrîdê memorandumeke sêalî îmze kir. Tê de Swêd û Fînlandiyayê li hemberî erêkirina Tirkiyê ya endametiya wan a NATO’yê, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan erê kirin.

ANHA/KOBANÊ