Komploya hate şermezarkirin

În 11 Cotmeh 2024 - 02:35

Kurdistaniyan Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran şermezar kirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ji komployê armanc bêstatûhiştin û bêîradekirina gelê Kurd e, bi rabûna tecrîdê re faşizm wê were şikandin. Her wiha banga tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê hate kirin.

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê salvegera 26’an a Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat protestokirin. Di çalakiyên protestoyê de cilên reş ku welatiyan li xwe kiribûn bal kişand ser xwe û hêrsa xwe li dijî komployê anîn ziman. 

Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê û navçeyên wê li navçeya Silopiya komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Rêveberên DEM Partiyê, DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankarta “Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” vekirin. 

Armanca komployê bêîradekirin e

Hevserokê DEM Partiya Silopiya Idban Kaplan daxuyanî da û da zanîn ku komploya 9’ê Cotmehê bi tecrîda girankirî didome û got: “Bi vê komployê hat xwestin gelê Kurd bêstatû û bêîrade bimîne. Hat xwestin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane neyê çareserkirin. Bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek mudaxileyê dest pê kir. Bi komployê hat xwestin ku berbelavbûna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asteng bikin.’’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî banga tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê kir ku 13’ê Cotmehê wê li Amedê were lidarxistin.

Rakirina tecrîdê şikandina faşîzmê ye

Li edeneyê Komploya 9’ê Cotmehê bi tevlêbûna saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî hate şermezarkirin.

Hevserokê AYKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz di çalakiyê de axivî û got, “Rakirina tecrîda li dijî birêz Ocalan wê zincîra faşîzmê ya gelên Tirkiyeyê dorpêçkiriye jî bişikîne. Em komploya 9’ê Cotmehê ku kete sala 26’emîn careke din şermezar dikin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku îradeya aştî, demokrasî û azadiyê ya birêz Ocalan biparêzin û beşdarî mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê pêk bê bibin.”

‘Ji Ocalan re azadî’ ne sûc e

Li Mêrsînê di çalakiya şermezarkirina komployê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî, banga tevlêbûna Mîtînga Azadiyê kir û got, “Ne sûce ku mirov bibêje ‘ez ji birêz Abdullah Ocalan re azadiyê dixwazim’. Ne sûce ku mirov bibêje ‘Ez ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk dixwazim’. Mitînga ku em ê li Amedê li dar bixin jî rewa û hiqûqî ye. Ya ku esas bêhiqûqî ye komploya ku beriya 26 salan pêk hatiye. 

Gelek kes hatin binçavkirin

Li Mûşê di çalakiya şermezarkirinê de polîsên Tirk çalakger dorpêç kirin û gelek kes binçav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di dorpêça polîsan de axivî û got, “Niha li hemberî me sûcekî dikin. Polîs neyarê gel, aştî û demokrasiyê ye. Hûn aştîxwazan bi tundî û êşkenceyê bêdeng dikin.”

Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Selamettîn Yilmaz jî got: “Çareseriya êşkence û tundiya tê kirin diyaloga bi birêz Ocalan re pêkan e. Bi polîtîkayên şer û tecrîdê pirsgirêkên li vî welatî nayên çareserkirin.”  

Tecrîd berbelav bûye

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hate şermezarkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê belavî ser hemû girtîgehan bûye û ji bo dawîanîna polîtîkaya tecrîdê dê têbikoşin. 

Banga tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê

Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê jî li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBP’a Qereçobanê Şakîr Yîgît daxuyanî xwend û bang li gelkê Qereçobanê kir ku beşdarî mîtînga azadiyê ya di 13’ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin bibin. 

Piştî daxuyaniyê ji bo tevlibûna mîtîngê belavok hatin belavkirin. 

Çareserî li Îmraliyê ye

Li navçeya Gever a Colemêrgê jî di pêşengtiya DEM Partiyê de li ber avahiya navçeyê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê Onûr Duşunmez, bang li desthilatê kir û got: “Heke hûn bixwazin aştî û wekhevî pêk were kerem bikin tecrîdê bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Rêya çareseriyê Îmrali ye.’’

Ji bo azadiyê ber bi Amedê

Li Êlihê hate xwestin ku li ber avahiya DBP’ê daxuyanî bê dayîn. Polîsan demekê bi hinceta “qedexeya çalakiyan a 5 rojan” a walîtiyê heye xwestin bibin asteng. Lê girseyê bi paş ve gav neavêt û daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” hate vekirin. Her tim dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk komplo şermezar kir û ji bo mîtînga Amedê ya di 13’ê cotmehê de bang kir. 

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.