Komploger wê têk biçin
Yekşem 24 Nîsan 2022 - 22:18
- Xelkê Kobanê ji bo sê şervanên YPJ'ê yên di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, meşeke girseyî lidarxist.
Xelkê Kobanê ji bo sê şervanên YPJ'ê yên di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, meşeke girseyî lidarxist. Xelk bi pêşengiya Kongreya Star li Meydana Jina Azad civiya û ber bi Meydana Aştiyê ve meşiya.
Di 20'ê Nîsana 2002´yan de li Kobanê, 3 şervanên YPJ'ê di encama êrişeke bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk de şehîd bûbûn.
Di meşê de pankartên "Bimire Xiyanet", "Em rê nadin dagirkerî û xiyanetê" û "Dem dema azadiya Kurdistanê ye" hatin hildan.
Di çalakiyê de ji Meclîsa Jinê ya PYD'ê Sara Xelîl bal bire ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Ji komplogerên li dijî Kurdan re em dibêjin, hûn ê her tim têk biçin. PDK'ê careke din nêta xwe eşkere kir. Hevdîtina dawî ya bi rayedarên Tirk re kir her tişt raxist pêş çavan. Ji ber vê yekê em bang li gelê Bakur, Başûrê Kurdistanê dikin da ku li hemberî vê pîlanê bisekine."
ANF/KOBANÊ