Komkujiya Helebce hîn jî didome

Duşem 18 Adar 2024 - 00:52

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan destpêkê şehîdên komkujiya Helebce bi bîr anî û got:"Ev komkujî di şexsê neteweyekê de pêk hat. Di encama vê êrîşê de bi hezaran kes şehîd bûn." Şervan Mislim ragihand ku di dîrokê de dewletên nîjadperest û desthilatdar gelek komkujî li dijî neteweya Kurd pêk anîne û Helebce jî berdewamiya wan komkujiyan bû û wiha dewam kir:"Komkujî berdewamiya komkujiya Geliyê Zîlan û tevahî komkujiyên ku li dijî Kurdan pêk hatiye."

Şervan anî ziman ku desthilatdaran timî xwestiye wan qir bikin û got:"Ev komkujî dûrî pîvana exlaq û edaletê ye. Ji ber berjewendiyên siyasî, komkujiya Helebce hat paşguhkirin. Hemû sîstemên ku Kurdistan dagir kirin bi hev re ev komkujî pêk anîn. Hemû sîstemên ku Kurdistan dagir kirin jî bi sedan komkujî di şexsê Kurdan de pêk anîn. Gelê me li hemberî hemû komkujî û qirkirinan li berxwe dide, lê bi derketina tevgera azadiya Kurdistan jî hemû komkujî hatin teşhîrkirin. Heta niha jî komkujî li Helebce berdewam e. Xelkê Helebce di bin pencên qirkirinê de ye." Şervan di dawiyê de axaftina xwe de wiha got: "Divê êdî gelê me rabe ser piyan. Vaye roj bi roj em rû bi rûyê êrişên dewleta Tirk dibin. Divê em li dijî êrişên li ser nasnameya Kurdî, yekîtiya xwe xurt bikin. Divê em sîstema Rêveberiya Xweser biparêzên û asta xwe ya fikrî jî xurt bikin, em ê bi vê yekê jî komkujiyan vala derxînin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.