Komkujiya bi maşînên zirxî

În 10 Îlon 2021 - 01:41

  • ÎHD a Amedê da zanîn ku ji 2008’an ve dewleta Tirk bi maşînên xwe yên zirxî li Bakurê Kurdistanê 42 mirov qetil kirine û ji van 20 zarok in. Di nava vê hejmarê de kesên ku maşînên ne zirxî qetilkirî nînin.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê eşkere kir ku di navbera salên 2008-2021’ê de maşînên zirxî yên hêzên dewleta Tirk li 76 welatiyan dane, û 42 ji van welatiyan qetil kirin. Ji van 42’yan jî 20 zarok in. Hîna nû 3’yê Îlonê li navçeya Şirnexê Hezexê, li Taxa Turgut Ozal maşîneke zirxî ya hêzên dagirker ên dewleta Tirk li zarokekî xistibû û ew şehîd kiribû. Mîraç Mîroglu hîna 7 salî bû û li devê deriyê xwe li bisiklêtê siwar bû. Maşîna zirxî ya hêzên Tirk pê li Mîraç kir, bisiklêtê wî parçe kir, kir ku şimika di piyê wî de 11 metroyan dûr biçe ser banekî. Dewleta Tirk polêsê xwe yê qatil parast, îfadeya wî girt, got ne bilez bû û ew berda.

20 zarok qetil kirin 21 birîndar kirin

Şaxê Amedê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sala 2019’an de raporek têkildarî maşîneyên zirxî yên ku li welatiyan qelibîne parve kiribû. ÎHD’ê rapora xwe nû kir. Li gorî rapora nûkirî ya ÎHD’ê di navbera salên 2008-2021’ê de herî kêm 76 caran maşîneyên zirxî li welatiyan qelibîne û 20 jê zarok 42 kesan canê xwe ji dest daye. Her wiha di raporê de tê gotin 21 jê zarok 90 kes jî birîndar bûne. Ji bilî bajarên bakurê Kurdistanê di encama lê qelibandina maşîneyên zirxî de yek jê zarok 2 kes birîndar bûne. Yanî komkujiya bi qelibandina maşînên zirxî tenê li Kurdistanê heye.

Bi maşînên leşkerî û yên polês

Di nava vê hejmarê de maşînên ne zirxî yên dagirkeran jî nînin. Ne ji mêj, 24’ê Tebaxê Maşîna leşkerî ya ku Fermandarê Artêşê yê 3’emîn ê Erziromê jî tê de bû, bi lez li navçeya Xelat a Bedlîsê li zarokekî xist. Eyub Kirtay ê 10 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Lê qatil ji cihê bûyerê reviyan, tevî ku apl Eyub bi kîlometroyan li pey xwe xirxirandin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.