Komkujî kir bibîranîn asteng kir

Sêşem 11 Cotmeh 2022 - 02:05

Cangoriyên Komkujiyên Gara Enqereyê li cihê ku lê hatibûn qetilkirin, li hatin bibîranîn. Wekî din li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn û êriş hat rûreşkirin. Li Enqerî, ji dayika qetilkiriyan Korkmaz Tedîk, Zohre Tedîk got, ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê, têkoşîna xwe bidomînin. 

Di 10´ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êriş bire ser “Mîtînga Aştî û Demokrasiyê” ya li Meydana Garê ya li Enqereyê û di êrişê de 104 kes şehîd kiribûn. Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmehê bibîrasnîna salvegera 7´an organîze kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Parlamenterên Partiya Karkeran (TÎP) Ahmet Şik, Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, nûnerên gelek saziyên civakî û pîşeyî û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, di bernameya bibîranînê de amade bûn.  

 

Polêsê Tirk dîsa êriş kir

Beriya bibîranînê polêsên Tirk dor li Meydana Garê girt û pêşî li xelkê û rojnamevanan girt da ku ew beşdarî bibîranînê nebin. Polêsan got, ew ê ji xeynî malbatên kesên di komkujiyê de şehîd bûne, destûrê nedin kesekî din bikeve meydanê. Polês êriş bir ser rojnamevanan û xelkê û gelek kes jî kirin nezaretê.

Malbatên şehîdên komkujiyê li pêşiya Gara Enqereyê pankarta bi wêneyên cangoriyan meşiyan. Malbatan navên şehîdan yek bi yek xwend û bibîranîn saet 10.04’an bi rêzgirtinê dest pê kir. 

Seroka Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmehê, Mehtap Sakîncî got, “Em her sal ji bo dengê êşa me bê bihîstin bibîranînê dikin û heta kujer bên dadgehkirin, em ê vê yekê bidomînin.” Wê nerazîbûn ji êrişa polêsan nîşan da û got, “em naxwazin şîna xwe bi tenê bikin.”

Dayika şehîdê komkujiyê Korkmaz Tedîk, Zohre Tedîk got, “Yên ku nahêlin em bikevin vê meydanê, wan bombe teqandine. Ez dibêjim, ez dayîk im, ew dibêjin ‘Ez ê te bigirim’. Ji 104 canên min re soz, heta ku em ji kujeran hesab bipirsin ev meydan wê tije bibin. Hûn biçin ku derê dê destên min bi qirika we ve be.”

 

Li ser gorên xwe hatin bibîranîn 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, ji qurbaniyên komkujiyê Abdullah Erol li Goristana Yenîkoyê li ser gora wî bi bîr anî. Rêveberên HDP, DBP; MEBYA-DER û MED DER'ê beşdarî merasîma bibîranînê bûn. Ji Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Gulhan Tekîn li merasîmê got, "Hevalên me yên şehîd, heta kêliya dawî daxwaza aştî, edalet û wekheviyê kirin. Heta bicihanîna van daxwazan, em ê têbikoşin." Girseya gel qurnefîl danî ser gora Erol.

Li Rihayê, ji şehîdên Komkujiya Gara Enqereyê, Nîlgul Çevîk, Başak Sîdar Çevîk û Yilmaz Elmascan li navçeya Pirsûsê li ser gora xwe hatin bibîranîn. Di bibîranînê de hate ragihandin ku 104 kes li gel îstîxbaratê jî hatin qetilkirin û hate gotin, "Bûyerên di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de qewimîn, ji bo Tirkiyeyê rûreşî ne." 

 

Kê Nagîhan qetil kir wî komkujî kir

Platforma Şaxên Meletiyê yên KESK'ê li Parka Aştiyê li ber Bîrdariya 10'ê Cotmehê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de gelek kes amade bûn. Serokê Şaxê Meletiyê yê Sendîkaya Egîtîm-Senê Kazim Albayrak êriş rûreş kir û xwest berpirsiyar bên dadgehkirin. Piştre jî Hevseroka HDP'ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya got, "Doh li Geverê li parlamenterê me yê Îdirê Habîb Eksîk xistin û lingê wî şikandin. Jîna Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta ku porê wê xuya kiriye, hate qetilkirin. Akademîsyen Nagîhan Akarsrel hate qetilkirin. Dibe ku navê wan cuda be, lê belê heman mejî ew qetil kirin, êşkence li wan kir." 

 

Berdêla aştiyê giran e

Li navçeya Seyhan a Edeneyê li ber Bîrdariya Aştiyê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Berdevka Demkê ya Platforma Şaxên Edeneyê yên KESK'ê Fatma Sariogûz Guney got, heta failên komkujiyê bêne eşkerekirin, ew ê têbikoşin. Neslîgul Sarikaya jî nameya ku ji bo keça xwe Dîlan Sarikaya ya şehîd nivîsîbû xwend.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê li ber Gara Trenê ya Alsancakê li pêşiya Bîrdariya 10'ê Cotmehê çalakiya bibîranînê li dar xist. Hevjîna ji şehîdên komkujiyê Mesût Mak, Evrîm Mak li bibîranînê got, "Mesût ji bo edaletê çû, ji bo kes nemire çû."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.