Meclisa Navçeya Til Temira Kantona Cizîrê ji bo demsala 'Zêrê Zer' bê şewat derbas bibe, komîteya parastina zeviyan ava kir.
Ji bo werza genim û ceh meclisa navçeya Til Temira Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek ku Tev-Dem, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC-JIN, Kongra Star û saziyên din tê de amade bûn, li dar xist.
Li ser armancên civînê hevserokê Meclisa navçeyê Mihemed Seîd û Şêwirmendê Hevserokê Meclisê Nûhilat Kobanê axivîn. Di axaftinan bal birin ser girîngiya parastina genim û hate gotin divê li dijî hemû cureyên êrîşan gel bi tedbîr tevbigere. Her wiha hat diyarkirin ya girîng ew e ku di werza çinîna genim û ceh de her kes şiyar be, da ku bikaribin bê zirar genim û ceh biçinin û aboriya herêmê geş bikin.
Di civînê de li ser rê û rêbazên parastina werza genim û ceh îsal nîqaş hatin kirin. Di encama civînê komîteya parastina zeviyên genim û ceh ji meclisa navçeyê û bajarokên wê, komîteyên çandiniyê, Şaredariya Gel, tîmên agirkujiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş û Trafîk, HPC/HPC-JIN, Saziya Elektrîkê, Sotemenî, Yekitiya Cotkaran, Yekitiya Kedkaran, Tevgera Ciwanên Şoreşger û nexweşxaneyê pêk tên, hat avakirin.
NÛJINHA/HESEKÊ