- Namzetê yekser ê ji Partiya Çep (Die Linke) yê Darmstadtê Firat Turgut-Wenzel dibêje, ew nexasim ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Kurd jî dixwaze biçe Berlînê.
Namzetê yekser ê ji Partiya Çep (Die Linke) yê Darmstadtê Firat Turgut-Wenzel dibêje, ew nexasim ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Kurd jî dixwaze biçe Berlînê.
Li gorî wî bidawîkirina qedexekirina PKK’ê wê bibe nîşaneke ji Elmanyayê ji bo destekkirina aştiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê di heman demê de jî ev ê dawiyê li krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê û heta Ewrûpayê jî bîne. Ji bo wê jî ew dibêje, tevî partiya xwe ew ê hewldanên xwe yên ji bo vê yekê di asta federal de dewam bike.
Li aliyê din ew ji bo têkiliyên Elmanyayê bi dewleta Tirk re jî dibêje, “Li şûna hevgirtinên bi dîktatoran û Erdogan re em dixwazin destekê bidin hêzên demokratîk, wekheviya di warê mafan de û edaleta civakî; yanî em destekê bidin hêzên weke HDP û
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Ji bo vê jî divê komîsyoneke partiyan hemûyan bihewîne, bê avakirin û siyaseta Tirkiyeyê ya Elmanyaya Federal ji binî ve kontrol bike û sererast bike. Li Ingilîstanê ev qewimî û vê komîsyonê pêşniyazî hikûmetê kir ku krmînalîzekirina PKK’ê bi dawî bike.
Heger li Elmanyayê ev bibe, wê esasê krîmînalîzekirina komeleyên Kurdan nemîne û bi xala qanûna ceza §129b êdî Kurd wê neyên tepisandin.”
Kurdî divê bêhtir xuya be
Ew dibêje, “Em dixwazin ku nasnameya Kurdan li Elmanyayê bê qebûlkirin û Kurd êdî weke Kurd, ne weke Tirk, Îranî, Sûriyeyî yan jî Iraqî bên qeydkirin.”
Ew bi bîr dixe ku siyaseta ziman karê eyaletan e, lê bi her halî dibêje, “Ez destekê didim, doza ji bo bêhtir agahiyên bi Kurdî û xuyakirina Kurdî li meydana giştî.”
DARMSTADT