Komisyona Lêkolînê ava bikin

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:15

DEM Partiyê ji bo Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê tê ragirtin û cezayê xwe yê 30 salan xelas kiriye û nayê berdan xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin. 

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Stenbolê Cengîz Çîçek û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal ji bo bidawîkirina “rewşa dîlgirtinê” ya Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û înfaza xwe ya 30 salan temam kiriye û di çarçoveya tecrîda li ser RêberAbdullah Ocalan de tehliyeya wî salekê hatiye taloqkirin, ji Serokatiya Meclisê xwestin ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin.  

Sekreteryaya Ocalan bûn

Uysal û Çîçek di pêşnûmepirsê de ya ku pêşkeşî Serokatiya Meclisê kirin hate bibîrxistin ku sala 2015’an girtî Nasrûllah Kuran, Çetîn Arkaş, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş şandin Girtîgeha Girava Îmraliyê di ‘pêvajoya çareseriyê’ de di hevdîtinên müzakereyan de yên li gel Rêber Oalan bir ola ‘sekreterya’ya Ocalan hatibûn peywirdarin û hate gotin ji Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên ji 16-17’ê adara 2015’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Ocalan re tên ragirtin ji 25’ê adara 2021’an ve agahî nayên girtin. 

Bi kêfî nayê berdan 

Di pêşnûmepirsê de hate gotin,’’Yek ji van girtiyan jî birêz Veysî Aktaş e. Ji adara 2015’an roja birin Girtîgeha Girava Îmraliyê heta niha mîna girtiyên din nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Aktaş, di 28’ê nîsana 2024’an de înfaza xwe ya 30 salan temam kir lê tehliyeya wî di çarçoveya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê de bi awayekî keyfî salekê hate taloqkirin.’’

Rejîma tecrîdê di civakê geriya

Di pêşnûmepirsê de têkilî tecrîdê hate gotin,’’Bi avakirina rejîma tecrîdê re; azadî hatin bisînorkirin, di serî de li girtîgehan li tevahiya qadên jiyanê de binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn, heke gotin di cih de be bi xwe re tecrîdkirina tevahiya civakê anî. Mînaka herî şênber a vê rewşê jî bêparhiştina Aktaş a ji azadiya xwe ye.‘’

Komîsyona Lêkolînê lazim e

Li dawiyê  wiha hate gotin: ‘’Ji bo bandorên civakî, siyasî, aborî, hiqûqî û sosyal ên tecrîda mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan bên tespîtkirin û encamên wê ji her alî ve derxîne holê, ji bidawîkirina rewşa dîlgirtinê ya birêz Veysî Aktaş ku înfaza cezayê xwe yê 30 salan temam kiriye û di çarçoveya tecrîda li Îmraliyê li birêz Ocalan tê ferzkirin de teyliyeya wî salekê hatiye taloqkirin bi dawî bibe, ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyên demokratîk pir girîng e ku komîsyona lêkolînê were avakirin.” 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.