• Komînên Reqayê dibêjin, ew amade ne êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. 

EHMED EL-ESAF / ANHA / REQA

Komînên Reqayê dibêjin, ew amade ne êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Xelkê herêmê metirisya van êrişan nas dikin û bang li xelkê Sûrî dikin da ku pêdiviyên rewşa awarte pêk bînin. 

Hevserokê Komîna Şehîd Îbrahîm El-Deqî ya taxa Firar a bajarê Reqayê, Ehmed El-Nehar got, “Rewşa awarte di serî de ji bo pêkanîna aramiya welatiyan û peydakirina xizmetguzariyan ji welatî û leşkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hat ragihandin. Îro rewşa awarte ji bo parastina welatiyan û peydakirina stargeh û pêdiviyên tenduristî hatiye ragihandin. Em dixwazin rêxistinên din jî destekê bidin rêveberiyê ji ber ku heta niha rêxistinan ji bilî ambulans û agirkujan, alîkarî nedane. 

Em wek xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe naspêrin ti aliyan, bi îrade û derfetên xwe yên heyî em ê rewşa awarte pêk bînin. Em bang li keç û xortên xwe yên li derve û yên li hundir jî dikin da ku ji rûbirûbûna êrişên dagirkeriya Tirk, li kêleka şervanên me yên li eniyên şer, amade bin ji ber ku pêwîstiya wan jî bi me heye.” 

Li dijî êrişê şerê şoreşgerî

Hevserokê Komîna Taxa Îdîxar a Reqayê Şadî Ehmed jî got, “Tevahiya xelkê Reqayê amade ye li hember êrişên dewleta Tirk li gorî derfetên heyî bisekine. Îrade û têkoşîna me hene. Di nav komîn û taxên Reqayê de em ê li gorî rewşa awarte tevbigerin û derfetên xwe yên fikrî, bedenî û madî bixin xizmeta parastina xaka xwe. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiya êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê nas dikin û ev şer dê bibe şerekî şoreşgerî ji hemû pêkhateyên herêmê re.”